Latîf Nêrweyî: Pir dezgehiya hilbijartinan destkefta piroseya demokratî ye
Kurdistan 06:04 PM - 2024-02-22Kongireya rojnamevanî yê berpirsê Burda Ragihandina YNK
Îro pêncşemê Serokê Burda ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Letîf Nêrweyî li ser biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê serrastkirina
yasaya hilbijartinan û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê civîneke
rojnamevanî lidarxist û tekezî li ser baldariya Yekîtiya Niştimanî di mesa xwe
yê dîrokî de bo parastina mafên pêkhateyan û parastina wan kir.
Latîf Nêrweyî di civîna çapemeniyê de wiha got: Piştî ku Dadgeha
Federalî biryara serrastkirina yasaya hilbijartinan da, çend kenalên
ragihandinê rewş ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û rastî li pêşia raya
giştî û cemewer perevaj kirin, hin kenalan yekîtiya Niştimanî sucdar dikin, em
wek Yekîtiya Niştimanî bersiva vê yekê nadin, lê em hewce dibînin ku hin
rastiyan ji her kesî re zelal bikin.
Sîstema pirrêveberî destkefte ji proseya demokratîk reDerbarê veguhertina sîstema hilbijartinan ji yek navçeyî bo çend navçe, Letîf Nêrweyî amaje bi wê yekê jî kir ku “Yekîtiya Niştimanî daxwaz û berevaniyê li vê babetê kiriye ji ber lihevhatina vê sîstemê bi yasaya hilbijartinên Êraqê re, ji bilî wê yekê ku Berevajî navçeyan, di sîstema pir navçeyî de deng ji parêzgehekê naçe parêzgeheke din, berevajî rêveberiyekê ku pêkhate nikarin nûnerî xwe yê rasteqîne hilbijêrin, lê sîstema pir navçeyî çareserkirina van hemû pirsgirêkan peyda kir, di nav de hêsankirina kampînên hilbijartinan ji aliyê namzedan ve li parêzgehên xwe, ji ber vê yekê pirdezgehiya hilbijartinê ne tenê destkefteke Yekîtiya Niştimanî ye, belku destkefteke piroseya demokratîk û dengderan e.
Serok Mam Celal pêkhate diparast digel berdewamiya meşê xwe
Derbarê dosyeya pêkhateyan de jî Letîf Nêrweyî tekez kir ku, çapemenî û dîrok şahidê helwestên Serok Mam Celal û têkoşîna wî ya ji bo parastina pêkhateyan û destpêşxeriya wî ya ji bo terxankirina kursiyên kota bo parastina wan û hebûna wan di Parlamentoya Kurdistanê û saziyên hikûmetê de ye. Ev jî piştî operasyona azadkirina Êraqê ye, ku serok Mam Celal daxwaza avakirina rêveberiyeke hevbeş li parêzgeha Kerkûkê kir di navbera pêkhateyan de bi heman awayî, tevî cudabûna rêjeya neteweyan, ji ber ku rêjeya tirkmenan û Hêj jî di parêzgehê de biçûk e, lê serok Mam Celal bawerî bi mafên tirkmenan hebû û ji ber dayîna para kurdan ji bo tirkmenan û pêkhateyan rastî rexneyan hat, ji ber wê jî em dibêjin ku rêya wî berdewam e û Yekîtiya Niştimanî berevaniyê li mafên tirkmenan û pêkhateyan dike, ji ber wê em dibêjin rêya wî berdewame û bidestveanîna Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 9 kursî, ku 4 ji wan çşn ji pêkhateyên olî û niştimanî re, û ev jî belgeya parastina mafên pêkhateyan ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve ye.
Hewlên Yekîtî bo mûçe serî girt
Biryara Dadgeha Federalî ya çareserkirin û dayîna mûçeyên karmendên Herêmê û pabendkirina hikûmetên Herêmê û Federalî derbarê vê dosyayê de destkeftek bû ku Yekîtiya Niştimanî ji bo piştrastkirina wê gelek xebitî û berpirsê Burda Ragihandinê piştrast kir ku Hemwelatî û çapemenî baş dizanin ku serokê ti partiyeke siyasî ya Kurdistanî neçû Bexdayê ku Serok Bafil û tîma wî serdana Bexdayê kirin.” Yekîtiya Niştimanî bi dehan caran ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan û mafên gelê Kurd sardana Bexdadê kir. Yekîtiya Niştimanî erkên xwe cîbicî kir û di danîna mafên karmendan de bi ser ket, ji ber ku bi biryara dadgeha federalî hikûmeta herêmê û Bexdayê neçar kir ku mûçeyê karmendên herêmê bê terxankirin bê paşxistin û xwepêşandan û nerazîbûna mamosteyan derbarê pirsa mûçe de bi dawî hat û em hêvîdar in ku dezgehên ragihandinê di asta berpirsyariyê de be ti nûçe ne rast belav nekin ku heta doh îdia kiribûn ku Yekîtiya Niştimanî rêgiriyê li lidarxistina hilbijartinan dike û dixwaze hilbijartinan paşde dixe û di heman demê de li ser biryara dadgehê biryar ji bo wan destkeftiyek e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
11:22 AM - 2024-04-28
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
07:53 PM - 2024-04-27
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
06:07 PM - 2024-04-27
zortrin xwendraw
-
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
Kurdistan 06:07 PM - 2024-04-27 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
Kurdistan 05:33 PM - 2024-04-27 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
Kurdistan 12:22 PM - 2024-04-28 -
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
Kurdistan 07:53 PM - 2024-04-27 -
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
Kurdistan 11:37 AM - 2024-04-28 -
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 11:22 AM - 2024-04-28 -
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28