Letîf Nêrweyî: Pêwîste peywendiyên di navbera YNK û Çînê de bên xurtkirin

Kurdistan 10:16 AM - 2023-12-21
Latîf Nêrweyî PUKMEDIA

Latîf Nêrweyî

YNK

Roja 20.12.2023ê, Letîf Nêrweyî endamê serkirdayetî û berpirsê desteya ragehandinê ya buroya ragihandin û hişyarî ya Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana konsolxaneya Çînê li Hewlêrê kir û ji aliyê Konsulê Çînê ve hat pêşwazî kirin.

Letîf Nêrweyî pîrozbahiya destbikarbûna Lu Joon wek Konsulê Giştî yê Komara Çîn li Herêma Kurdistanê kir û behsa rol û giringiya Serok Mam Celal di avakirin û bihêzkirina peywendiyên navbera gelê Kurd, Êraq û Çînê kir. Ku îro ew pêwendî gelkî bi hêz in û Çîn sêyemîn hevbeşî bazirganiya Êraqê ye.

Got jî: Piştî kongreya pêncem û hilbijartina serok, polîtburoya û serkirdayetîya nû, qonaxeka gelek giring bo yekgirtin û rêkxistina mala Kurd derbas bûye.
Di beşeke din ya civînê de Letîf Nêrweyî balkişand li ser serkeftina girîng a YNKê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Nînewa, Xaneqîn û hemû navçeyên nekok de.
Her du alî tekezî li ser dostanî û danûstandinên dîrokî yên di navbera Partiya Komonîst a Çînê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de kirin û tekez li ser rola giring a rojnamevanî û ragihandinê di kûrkirina têgihîştina di navbera gelên Çînî û Kurd de kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket