Derbaz Kosret: Beşdarbûna çalak a Kurdan garantiya Kurdayetiyê li navçeyê ye

YNK 12:58 PM - 2023-11-29
Derbaz Kosret Resûl PUKMEDIA

Derbaz Kosret Resûl

YNK

Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi amadebûna Dara Xeylanî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fuad El-Mecelî Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Haşimî ya Urdinê hat kirin.Derbaz Kosret Resûl bi giringî behsa pêwendiyên di navbera herdu aliyan de kir û tekezî li ser  berfirehkirina wê kir.
Di beşeke din ya civînê de, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî, peywendiyên navbera hêz û aliyên siyasî, hilbijartinên encumenên parêzgehan hatin gotûbêjkirin, her du aliyan nêrîna xwe li ser pirsan anîn ziman û Derbaz Kosret Resûl got: Beşdarbûna çalak a Kurdan di hilbijartinên parêzgehan de garantiya parastina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî ye û weke YNK emê bi bernameyekî kar dikin bo xizmetkirina wan deveran û pêşxistina jiyana hevbeş li navçeyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket