Yekîtiya Niştimanî bi çareseriya aştiyane ra ye

Cîhan 11:38 PM - 2023-11-02
 Dara Xîlanî, serdana Konsulxaneya Filistînê li Hewlêrê kir  PUKMEDIA

Dara Xîlanî, serdana Konsulxaneya Filistînê li Hewlêrê kir

YNK

Îro pênşemî 11.02.2023, berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dara Xîlanî, serdana Konsulxaneya Filistînê li Hewlêrê kir û ji aliyê balyoz Nazmî Hezûrî, Konsulê Giştî yê Dewleta Filistînê li Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa Felestînê û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin û berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve tekez kir: Yekîtiya Niştimanî hertim piştgîriya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan bi rêya diyalog û danustandinan dike, ji bo parastina can û mal û milkên welatiyên bêguneh û vegerandina aramiyê bo Herêmê.”
Dara Xîlanî got jî: Gelê Kurd li rewşa dijwar têdige ji ber ku di dirêjahiya dîroka xwe de tûşî gelek karesat û belayê bûne, lewra em hêvîdar in di zûtirîn dem de ev şerê xwînrêj bi dawî bibe û ewlehî û aramî vegere navçeyê.
Ji aliyê xwe ve balyoz Hezûrî kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê nîşan da û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket