Berhem Salih bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re civiya

Êraq 06:32 PM - 2023-10-12
Berhem Salih PUKMEDIA

Berhem Salih

D.Berhem Salih li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Anthony Guterres re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên navçeyê û rewşa Êraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de her du alî tekez li ser bihêzkirina hemahengiya navdewletî li rûbirûbûna kêşeyên hevdem de kirin, bi taybetî tundûtûjî, teror, qeyrana guhertina keşûhewayê û parastina jîngehê, ku bûye metirsiyeke cidî li ser hemû mirovatiyê.
Herwiha tekezî li ser giringiya kêmkirina aloziyan û pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçe û cîhanê kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket