Çalakvana Îranî ya girtî Nêrgiz Mihemedî Xelata Nobilê ya Aştiyê wergirt

Cîhan 09:59 PM - 2023-10-06
Nêrgiz Mihemed Ajansan

Nêrgiz Mihemed

Komîteya Nobêlê ya Nerwêc îro Înê ragihand ku çalakvana Îranî Nêrgiz Mihemedî îsal bi saya "şerê li dijî zordestiya jinan li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo teşwîqkirina mafên mirovan û azadiya hemûyan" xelata Nobilê ya aştiyê wergirt.

Li gor daxuyaniya Serokê Komîteya Nobilê ya Nerwêcê Berrit Reiss-Andersen li Osloyê, îro Înê (06.10.2023) çalakvana Îranî Nêrgiz Mihemedî ku li Tehranê girtî ye, xelata Nobelê ya aştiyê wergirt.
Berit Reiss-Andersen got ku ev xelat xelata çalakvan û rojnamevana 51-salî ji bo "şerkirina wê ya li dijî zexta li ser jinan li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya her kesî." Wê her wiha got, "Eger rayedarên Îranê bixwazin biryareke rast bidin, dê wê berdin. Wê demê dikare were vê rûmetê werbigire, ku ew yek hêviya me ye."
Andersen di destpêka axaftina xwe de gotina "Jin... Jiyan... Azadî" bi farisî dubare kir ku di nav sloganên xwenîşandanên aştiyane yên li dijî hikûmeta Îranê de ne û pesnê Mihemedî da û ew wek kurdek şervanê azadiyê bi nav kir.
Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî ragihand, ku dayîna xelata Nobilê ya aştiyê ji bo Nêrgiz Mihemedî, wêrekî û biryardariya jinên Îranê nîşan dide.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket