Talebanî: Yekem û dawîn bijarde rêkeftineke demdirêj e
Kurdistan 10:47 PM - 2023-01-30
Qubad Talebanî û Mihemed Şîa Sûdanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di
çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de çendîn hevdîtin ligel berpirsên
payebilind ên hikûmet û siyasî yên Êraqê pêk anîn.
Di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand:
"Vêbijêrka yekem û dawî ya li pêşiya her du hikûmetan rêkeftineke berfireh
û demdirêj e û êdî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye ku rêkeftinê paşde
bixe."
Teksta peyama Qubad Talebanî:
Yekem û dawîn bijardeya her du aliyên Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û Hikûmeta Federal rêkeftineke berfireh û demdirêj e ku li gor
destûrê û di berjewendiya hemû welatiyên Êraq û Kurdistanê de ye.
Di hevdîtinên min ên li Bexdayê de ligel Serokomarê Êraqê
Dr. Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Meclisa Nûneran a Êraqê
Mihemed Helbûsî, Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm û Wezîrê Kar û Karûbarên
Civakî Ehmed El-Esed, me tekezî li ser vê yekê kirk u guftûgoyên me xurttir bikin ji bo ku di demeke
nêzîk de bigihin rêkeftinekê, bi taybetî hem li ser bûdce û hem jî yasaya
petrol û gazê. Derengxistina peymanê êdî ne di berjewendiya tu kesî de ye.
Hemû Êraqî, Herêma Kurdistanê jî di nav de, daxwaza
xizmetguzarî û refahê dikin. Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê
de jîngeheke guncaw dirust dike ku her du alî bi hev re kar bikin bo cîbicîkirina
daxwazên xelkê û baştkirina rewşa xizmetguzariyê.
Em hêvîdar in ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê
bigihin asteke gelek baş û ez geşbîn im ku emê gelek pirsgirêkan ligel vê
kabîneya hikûmeta Êraqê ya bi serokatiya birêz Mihemed Şîe Sûdanî çareser
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêro Mistefa bi neh zimanan dizane û serokê Amerîka wê wek balyoz destnîşan dike
02:22 PM - 2023-03-30 -
Qubad Talebanî salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê pîroz kir
11:39 AM - 2023-03-30 -
Sûriye: Mafên mirovan pir lawze
03:20 PM - 2023-03-29 -
Wezîra derve ya Almaniya piştgiriya welatê xwe ji Herêmê re pişt rast kir
01:58 PM - 2023-03-29
zêdetir tamaşe bike
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
05:11 PM - 2023-03-31
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
04:55 PM - 2023-03-31
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
02:01 PM - 2023-03-31
Bi peymana veşartî Xirîstiyan dabeş kirin
06:22 PM - 2023-03-30
zortrin xwendraw
-
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
Kurdistan 04:55 PM - 2023-03-31 -
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-31 -
Serok Bafil: Peydakirina jiyaneka aram bo gelê me erkên pêşîne
Kurdistan 08:36 PM - 2023-03-31 -
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
Kurdistan 05:11 PM - 2023-03-31