Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
Kurdistan 09:24 PM - 2023-01-30
Qubad Talebanî û Ammar Hekîm
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Semehetî Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkme ya Êraqê civiya û pêşhatên li qada siyasî ya Êraqê û têkiliyên navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de ku (30.12.2023) hat encamdan, her du aliyan tekezî li ser giringiya dirustkirina jîngeheke siyasî ya guncaw ji bo cîbicîkirina bernameya xwe ya hikûmeta federalî kirin û giring dîtin ku berdewamiya diyaloga siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên daliqandî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam be, di çarçoveya Destûra Bingehîn de û ji bo bidestxistina berjewendiyên giştî û danîna prensîba wekheviya erk û mafan.
Her wiha behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî kirin û tekez kirin ku; Divê hêzên siyasî ji bo berjewendiyên giştî aramiya siyasî û aştiyê pêk bînin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Qubad Talebanî bi Mihemed Helbûsî re civiyaCîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Bexdayê bi Serokê Meclisa Nûneran Mihemed Helbûsî re civiya.
Di civînê de behsa rewşa giştî û çend yasayên di çarçoveya bernameya hikûmetê de hate kirin.
Li ser giringiya danustandin û hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên daliqandî li gor destûrê hat tekezkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêro Mistefa bi neh zimanan dizane û serokê Amerîka wê wek balyoz destnîşan dike
02:22 PM - 2023-03-30 -
Qubad Talebanî salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê pîroz kir
11:39 AM - 2023-03-30 -
Sûriye: Mafên mirovan pir lawze
03:20 PM - 2023-03-29 -
Wezîra derve ya Almaniya piştgiriya welatê xwe ji Herêmê re pişt rast kir
01:58 PM - 2023-03-29
zêdetir tamaşe bike
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
05:11 PM - 2023-03-31
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
04:55 PM - 2023-03-31
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
02:01 PM - 2023-03-31
Bi peymana veşartî Xirîstiyan dabeş kirin
06:22 PM - 2023-03-30
zortrin xwendraw
-
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
Kurdistan 04:55 PM - 2023-03-31 -
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-31 -
Serok Bafil: Peydakirina jiyaneka aram bo gelê me erkên pêşîne
Kurdistan 08:36 PM - 2023-03-31 -
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
Kurdistan 05:11 PM - 2023-03-31