Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
Kurdistan 06:19 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Qubad Talebanî
Îro dûşeme 30.01.2023 birêz Serokkomar Dr.Ebduletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de her du alî pêşhatên giştî yên Êraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser piştgiriya hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya kar û hemahengiya wezaretan ji bo yekxistina ewlehî û aramiyê û yekkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevbeş ên li pêşiya welat kirin.
Serok bal kişand li ser wê yekê ku pêwîste pişta xwe bi diyalogeke bibandor û cidî bê kirin ji bo çareser kirina pirsgirêkên daliqandî di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li gor destûr û yasa û bi awayekî ku daxwazên welatiyan pêkbîne,her wiha dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji bo welatiyan.
Serok bal kişand ser giringiya pesendkirina bûdceya giştî ya welat ji ber ku rasterast bi jiyana welatiyan ve girêdayî ye.
Ji aliyê xwe ve, Qubad Talebanî pesna rola serokomar di yekxistina nêrînan û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên daliqandî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêro Mistefa bi neh zimanan dizane û serokê Amerîka wê wek balyoz destnîşan dike
02:22 PM - 2023-03-30 -
Qubad Talebanî salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê pîroz kir
11:39 AM - 2023-03-30 -
Sûriye: Mafên mirovan pir lawze
03:20 PM - 2023-03-29 -
Wezîra derve ya Almaniya piştgiriya welatê xwe ji Herêmê re pişt rast kir
01:58 PM - 2023-03-29
zêdetir tamaşe bike
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
05:11 PM - 2023-03-31
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
04:55 PM - 2023-03-31
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
02:01 PM - 2023-03-31
Bi peymana veşartî Xirîstiyan dabeş kirin
06:22 PM - 2023-03-30
zortrin xwendraw
-
Aras Mihemed Axa: Raporên navnetewî rast in derbarê kabîneya nehemîn de
Kurdistan 04:55 PM - 2023-03-31 -
Kabîneya 9 û binpêkirina mafên rojnamevan
Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-31 -
Serok Bafil: Peydakirina jiyaneka aram bo gelê me erkên pêşîne
Kurdistan 08:36 PM - 2023-03-31 -
Korawê mezin ya Kurdistanê wijdanê dinyayê hejand
Kurdistan 05:11 PM - 2023-03-31