Serokomarê Êraqê ji bo Macaristanê hat vexwendin
Êraq 05:12 PM - 2022-12-09.jpg)
Serokkomarên Êraq û Macarîstanê
Serokkomar Letîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya Serokomarê Macaristanê Katalin Novak kir û li ser xurtkirina hevkariyên dualî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de her du serokan li ser mekanîzma pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera her du welatan de û çawaniya pêşxistina hevkariyên dualî di warên cuda de gotûbêj kirin. Serokkomarê Êraqê ji bo xurtkirina peywendiyên dostane li gel Komara Macaristanê û berdewamiya hemahengî û hevkariyê li ser mijarên curbicur ku mijarên hevpar in bi awayekî ku xizmeta her du gelên dost bike, dûpat kir.
Serokkomarê Êraqê behsa rewşa ewlehiyê ya Êraqê kir ku di encama qurbanîdana Êraqiyan ji bo welatê xwe daye,her wiha spasiya ku piştgiriya hevpeymanan û alîkariya wan bo hêzên ewlehiyê pêşketinên mezin bi dest xistine kir. Serok Letîf Cemal Reşîd tekezî li ser pêwîstiya hewildan û hemahengiya hevbeş ji bo alîkariya penaberên ku ji ber nexweşiya terorê derbider bûne û ziyan dîtine, û herwiha bilezkirina çareserkirina pirsa penaberan û misogerkirina vegera wan bo warên xwe, kir.
Her di vê derbarê de Serok Katalin Novak balkişand li ser peywendiyên bihêz yên di navbera her du welatan de û dupat kir ku welatê wê ji bo bihêztirkirin û berfiretir kirina asoyên hevkariyên di berjewendiya her du welatên dost daye. Serokkomarê Macaristanê tekîd li ser giringiya vegerandina Eraqê bo rola xwe ya giring li navçe û cîhanê kir û amaje bi başbûna rewşa ewlehiyê kir û helwêsta welatê xwe ji bo piştgirîkirina hewlên Eraqê bo parastina aramî û ewlehiyê li welatê xwe dûpat kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa peywendiyên çandî yên di navbera Êraq û Macaristanê de kirin û her du serokan tekez li ser pêşxistina wan peywendiyên dostane yên dualî kirin. Di vê derbarê de Serokkomarê Macaristanê amaje bi xwendekarên Êraqî yên ku li wir dixwînin amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wan pêdagiriya xwe bo dabînkirina hemû pêdiviyên wan diyar kir.
Serok daxwaz kir ku bêtir xwendekarên Êraqî xwendina xwe ya bilind li Macaristanê biqedînin û ewlekarî ji wan re dabîn bikin, ji bilî vekirina geşteke rasterast di navbera Bexda û Budapest de.
Di hevdîtinê de Serok Novak Serokomar vexwend serdana Macaristanê. Serokatî spasiya xwe ji bo vexwendinê anî ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê Şera Şukur dibe
09:56 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar bi rêvebirê nûneretiya UNECO yê re civiye
03:00 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
02:08 PM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
01:47 PM - 2023-01-30
zêdetir tamaşe bike
Talebanî: Yekem û dawîn bijarde rêkeftineke demdirêj e
10:47 PM - 2023-01-30
Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
09:24 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
06:19 PM - 2023-01-30
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
05:34 PM - 2023-01-30
zortrin xwendraw
-
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30 -
Qubad Talebanî li gel fireksiyona YNK civiya
Kurdistan 11:56 AM - 2023-01-30 -
Civîna Qubad Talebanî bi şandeke serbazî Amerîkayê re
Kurdistan 09:43 AM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
Kurdistan 01:47 PM - 2023-01-30 -
Wezareta Rewşenbîrî ya Federalê piştgiriya saziya Serok Celal Talebanî dike
Êraq 12:44 PM - 2023-01-30 -
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
Êraq 05:17 PM - 2023-01-30 -
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
YNK 05:34 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
Êraq 02:08 PM - 2023-01-30