YNK rêveberiya gendelî û yekdesthilatdar red dike

Kurdistan 09:15 PM - 2022-12-08

Di sê salên borî de ji tecrûbeya vê kabîneyê Hikumetê  nîşan da ku bi awayekî eşkere tekperestî û siyaseta nebaş a dike û di asta çavriwaniya gel da nebû û ji ber vê YNKê ev   red kir û daxwaza şirîkatiya rasteqîne di navbera aliyan de li hikûmetê kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand ku,piştgiriya siyaseta nebaş ya  Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake. Hikûmet hamû dezgeh dagir kiriye   û jiyana mirovan di bin xeteriyê de ye ji ber hikûmeteke ku cudahiyê dixe navbera bajaran, dahatê bi awayekî wekhev dabeş nake û biryarên otorîter dide.”

Hikûmet hêviyên gel pêk nayîne
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Zirar di hevpeyvînekê de li gel PUKMEDÎyê malpera fermî ya YNKê  got: YNK ji bo xizmetkirina welatiyan di avakirina hikûmetê de beşdar bûye, lê ezmûna sê salên derbasbûyî ya vê kabîneyê nîşan da ku hikûmet li gorî hêvî û daxwazên welatiyan nabe.PDK yekdesthilatdariyê dike û çend Parêzgeh piştguh xisitine
“Piraniya rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser navê piraniyê di destê PDK’ê de ye
PDK hewl dide dîktatoriya îdarî ferz bike û çend parêzgehan paşguh dike," Zirar got.PDK di wezaretan de wezaret çêkirine“Wezaretên ku wezîrên wan endamên PDK’ê nînin  , wezaretên sîwan ên bi navê (Şêwirmend )çêkirine.
“Ji bo kontrolkirina van wezaretan û bikaranîna wan ji bo armancên şexsî û hizbî hatine çêkirin.Sê salên xerab ên desthilatdariyêPartiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de, yekdesthilatdariya postên herî bilind kiriye û ev yek jî bûye sedema nîgeraniya gel û partiyan.
Endamê Serkirdatiya YNKê Şilêr Şehîd Xefûr ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDYA re ragihand: “YNK di 10 salên borî de, bi taybetî di sê salên borî de ji bo gel û mezinahiya herêmê gelek qurbanî dane, lê dem hatiye ku ji hikûmetê re bêje bila raweste.”
PDK yekdesthilatdariyê di  hikûmetê  de kiriye
Şilêr Şehîd Xefûr got, "PDKê hemû desthilatên vê kabîneyê ji serê hikûmetê ve heta xarê  yekdesthilatdar kiriye û hemû desthilat li xwe, serokwezîr vegerandiye."“Ji bilî bêkêmasiya di dahat û xerciyên serokwezîr de, hemû desthilatên hikûmetê xistiye yekdesthilatdariya xwe û vê yekê jî siyaseteke xirab a rêveberiyê li herêmê çêkiriye.
Hikûmet mîna partiyê kar dike
“YNK dixwaze hikûmet weke partiyê kar neke, li ber ewa PDK dixwaze Hikûmet weke Partiyek birêve bibe ,ku ev yek jî bûye sedema nîgeraniya YNK û partiyên din  û daxwaza sererastkirina rêveberiya nebaş dikin.
Di vê kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê de nezelalnebûna dahat û xerciyan zêdetir Serokwezîr heye , ev jî çewtiya hikûmiranî çêkiriye. YNKê jî bi eşkere daxwaza serrastkirina rêbaza xelet a rêvebirina herêmê kiriye ku piraniya partiyên siyasî ji bo vê yekê piştgiriya YNKê dikin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket