Êrîşa ser zeviyên cotkarên Kurd binpêkirina destûrê ye
Kurdistan 08:52 PM - 2022-12-08
Endamekî Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hişyarî li ser nûkirina siyaseta erebkirin û destdirêjiyê li ser cotkarên kurd di nav sînorên parêzgeha Kerkûkê de da.
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesîba Ebdullah di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û Netewên Yekgirtî ye ku vê pirsê bişopînin û di çarçoveya prensîbên makezagonê de çareser bikin." û da zanîn ku bêdengiya rêveberiya Kerkûkê ya li hemberî vê pirsgirêkê di salên borî de tê wateya piştgiriya erêkirina Êrîşkirina li ser gundiyên kurd.
Berdewamiya siyaseta erebkirinêHesîbe Ebdullah herwiha got: “Êrîşa nû ya ser gundiyên Kurd li nav sînorên parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Ereban ve, bi armanca ku erdên kurdan dagîr bikin pêk tê, ji ber ku ew berdewamiya siyaseta erebkirina Kerkûkê ye ku ji aliyê Baas'ê pêştir ve dimeşiya û niha jî veneqetandî tê meşandin,bi armanca guhertina demografiya parêzgehê, her wiha got: Berdewamiya siyaseta erebkirinê berî her tiştî binpêkirina xalên destûra hertimî ya Êraqê ye, bi taybetî madeya 140 a wê ye. Di heman demê de hewla sabotekirina peywendiyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên sereke yên Kerkûkê de ye.
Beriya ku ji kontrolê derkeve divê vê pirsgirêkê çareser bikeEndamekî Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir ku, erkê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ye ku destwerdanê bike ji bo çareserkirina vê kirîzê û erkê hikûmeta herêmê ye ku vê pirsê bişopîne û divê hikûmeta federal kar ji bo çareserkirina wê li gor prensîbên destûr û biryarên Desteya Bilind a ji bo cîbicîkirina madeya 140 a wê bikin, û tekez kir ku divê hemû alî bi mezinahiya metirsiyên berdewamiya vê siyasetê bizanibin û Netewên Yekbûyî Mîsyona xwe pêk bîne û zextê bike ku pirsgirêk li gorî destûra bingehîn çareser bibe.
Hesîbe Ebdullah di wê baweriyê de ye ku bêdengiya rêveberiya Kerkûkê di van 5 salên borî de li hember vê pirsê, tê wateya piştgiriya rasterast ji bo Erebên îthalkirî yên ku êrişî cotkarên Kurd dikin da ku careke din zeviyên wan ên çandiniyê dagîr bikin û tekez kir, ku her pirsgirêkek di encama vê yekê de çêdibe. Barê hukumeta federale Pirsgirêkê hilbigire, ji ber vê yekê divê ew rewşê berî ku ji destê xwe derkeve çareser bike.
Êrîş ji bo aştiya civakê xetere yeJi aliyê xwe ve endama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û nûnerê Kerkûkê li Encûmena Nûneran Dîlan Xefûr êrîşa li ser kolberên kurd li sînorên gundên (Heftger) yên girêdayî navçeya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê şermezar kir
Dîlan Xefûr îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de got: "Em bi rayedarên pêwendîdar re di têkiliyê de ne da ku lêkolînekê li ser bûyerê bikin û rê li dubarebûna wê bigirin." Wê her wiha got, "Em di wê baweriyê de ne ku ev êrîş metirsiyek e li ser aştiya civakê, û me gelek caran hişyarî daye metirsî û encamên vê erebkirina nû, ku li van deveran bi hewlên neyasayî yên derkirina cotkarên Kurd û desteserkirina zeviyên wan tê kirin." "
Xefûr bang li serkirdayetiya Kurd kir ku bi helwesteke yekgirtî vê pirsê di dema diyalogên xwe yên ligel Bexdayê de bixin serê pêşîneyên xwe, bi armanca çareserkirina radîkal.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19