Feysal Kerîm Xan Bradostî dibe serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî

Kurdistan 01:19 PM - 2022-12-08
 Feysal Kerîm Xan Bradostî  û Bafil Talebanî

Feysal Kerîm Xan Bradostî û Bafil Talebanî

Ev biryar li ser wan desthilatên ku li gor xala yekem a madeya (62) ya sîstema navxwe ya partiyê piştî bidawîhatina hemû rêkarên rêkxistinî ji bo Serok Bafil Celal Talebanî hatiye dayîn.

Û li gor biryara serok Bafil Celal Talebanî û biryara desteya kargêr ya Mekteba Siyasî ku kopiyek ji wan her du biryaran ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re şandiye ku biryara erkdarkirina Feysal wek endamê Encûmena Serkirdeyetî di (7/12/2022) hatiye dayîn.

  Li gor xala yekem a madeya (62) ya ku ji sîstema navxwe ya Yekîtiya Niştimanî hatiye guhertin, mafê serokê Yekîtiya Niştimanî heye (3) heta (4) kesayetiyên navdar ên Encûmena Serkirdayetiyê ku dixwazin têkoşînê bidomînin destnîşan bike. Serok Bafil Celal Talebanî jî ev desthilat bikar anî û biryar da ku birêz Feysel Kerîm Xan Bradostî wek endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê destnîşan bide.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket