Desteya navçeyên Kurdistanî: Çalakkirina saziyan li Kerkûkê û parastina mafên destûrî yên kurdan

Kurdistan 12:24 PM - 2022-12-08
Desteya navçeyên Kurdistanî: Çalakkirina saziyan li Kerkûkê û parastina mafên destûrî yên kurdan

Desteya navçeyên Kurdistanî: Çalakkirina saziyan li Kerkûkê û parastina mafên destûrî yên kurdan

Fehmî Burhan Serokê Desteya Giştî ya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê  digel şandeka desteyê serdana parêzgeha Kerkûkê kir û digel rêveberên dezgehên herêmê yên li Kerkûkê kombû û ji bo agehdar kirina pêşhatên rewşa herêmê û şopandina karê berdewam bo xizmetkirina hevwelatiyan û kêşeyên ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rû bi rû ne.

Fehmî Burhan di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re  ragihand: "Ev serdan di çarçoveya berjewendiya herêmê bo wan deveran û piştevanîkirina ji mafên destûrî û yasayî yên welatiyên Kurd de ye.
Di civîna Desteyê de ligel berpirsên dezgehên navçeyên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, giringiya aktîvkirina rola van saziyan ji ber aktîvkirina lijneya madeya 140 a destûrê û pêwîstiya destpêkirina bi pratîkî hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Fehmî tekezî li ser yekkirina helwestên aliyên Kurdistanî di derbarê bidest xistina mafên rewa yên gelê Kurd li deverê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareyê kir. 
Serokê Desteya Kurdistanê her wiha bi mamoste û rêveberên xwendingehan û çavdêrên perwerdeya Kurdî re civiya û bi wan re behsa astengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî li Kerkûkê kir û piştevaniya xwe ji bo pêşxistina proseya perwerde û perwerdeya Kurdî li Kerkûkê tekez kir. 

Serdana şandê di demekê de hat ku Kurd û navçeyên Kurdistanî rastî kempîneke nû ya erebkirin û tirsandinê ji aliyê rêveberî û aliyên siyasî yên şovenîst û hewlên rêxistinên terorîstî bo têkdana aramiyê li navçeyên Kurdistanî tê bi taybetî li deverên ku kêmasiyên ewlehiyê lê hene.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket