Serok Bafil:Piştgirî nadin siyaseta nebaş a hikûmetê

Kurdistan 07:10 PM - 2022-12-07
Serok Bafil û Baliyozê Japon

Serok Bafil û Baliyozê Japon

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî îro li bajarê Silêmanî li Debaşan  ligel Balyozê Japonê li Êraqê Matsumoto Futoshi civiya.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî got: "Em nikarin piştgiriya siyaseta nebaş a hikûmetê bikin, hemû cîh  hatine dagîrkirin."

Pêşxistina peywendiyên Kurdistanê û Japonê
Serokê YNKê di civîna ligel Balyozê Japonê yê li Êraqê de, ku li Dabaşanê serdana Serok Bafil kiribû, ev daxuyanî da. ‘’Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê kirin bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be’’.
Em nikarin piştgiriya siyaseta nebaş a hikûmetê bikin
Serok Bafil Celal Talebanî bal kişand ser helwesta YNKê û got: “Em nikarin piştgiriya siyaseta nebaş a hikûmetê bikin, ji ber vê yekê em û aliyên siyasî yên din jî ,li ber vê sedemê partiyên herêmê dê li dijî wê derkevin û biryarên pêwîst bidin.”, her wiha di civîna du alî de jiyana xelkê û nebûna rêveberiyeke saxlem li herêmê mijareke dinê hevdîtinê bû. 
Li hevdîtinê de Serok Bafil îşare bi pêngavên cîbicîkirina bernameya nû ya hikûmeta Êraqê kir û hevahengiya di navbera aliyan de wek faktereke giring bo serxistina bernameya çaksaziyê û aramiya welat têkez kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket