Bi kêlgehên neftê û xalên sînor ên wehmî dahatê talan dikin
Kurdistan 04:59 PM - 2022-12-07Neft û xalên sînor ên nediyar hene
Parlementerek derbarê neft û xalên sînor de nerînên zelal tîne serziman
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê piştîvaniya pirsên dahat û xerckirina zelal û vegerandina dahat bo xezîneya giştî dike.
Wek tê zanîn ku zortirîn xalên sînorên navnetewî ên fermî di navbera Hewlêrê û Duhokê de ne ku hevsînorê hersê welatan Tirkiye, Sûriye û Êranê ne. ku alogoriya bazirganî ya herî bihêz jê tê wergirtin.
Kes nizane li sînorê Sûriye çi heye û çi tê hinarde kirin
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ragihand: Kes nizane li sînorê Sûriye çi heye û çi tê hinarde kirin, ku di demekê de ye ku ew dahat li nav ti hikûmetekê nehatine tomar kirin, ji bilî wê jî, niha kêlgehên neftê ên xeyalî hene, bo nimûne ya Eyn Zale, ku kêlgeheke neftî xeyalî ye û nefta wê kok diyar nîne ku kuve diçe? Dahatê wê çi lê tê.?!
Dahatên xalên sînorên Sûriye venagerin ji hikûmetê re
Endamê parlemana Kurdistanê Şemol Aştî daxuyaniyek taybet ji ajansa fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê PUKMEDIA`Yê re ragihand; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarî wan xalên sînorî ên di navbera Tirkiyê û Sûriyê û Herêma Kurdistanê de nîne ku dahatên wê venagerin bo hikûmet, lê xwe jê bêdeng kiriye."
"Ti endamekî parlemana Kurdistanê agahdarî dahatên xalên sînorî yên fermî wek Ibrahîm Xelîl û Hacî Omran nînin heya xalên ne fermî ên sînoran jî. Ev gotin a Şemol Aştî ye" .
Kesî ji binemale heye ku xwediyê xalên sînore û kêlgehên neftê taybet in
Hejmarek ji xalên sînor ên ne fermî li Hewlêrê û Duhokê nediyarin û venagerin ji xezîneya hikûmetê re û ne tenê ew, her kesî binemale heye ku xwediyê xalên sînore û kêlgehên neftê taybet yê xwe heye.
Ew parlemantera dibêje: Şexis di nava binemalê de heye xwediyê kêlgeha taybet û xalên sînor e û kes nikane jê re bibêje ev ji ku ji te re hatiye û ew pere ji ku hatine.? Yn jê re bibêjin bo çî dahat venagere ji hikûmetê re û xezîneya giştî re.
PDKê rênade zelalbûn di dahatan de hebe
Di dema ku Hêmin behsa dahat û şefafiyetê dike baştir bû ku behsa wan dahatan ku li xala sînorî ya di navbera Herêm û Sûriye de destdikevin bikra ku heta niha yek dînar jê ne ketiye destê hikûmetê , herweha dahatên Hecî Omeran û Îbrahîm Xelîl ne diyar mane ji ber wê yekê di dema ku li ser şefafiyetê diaxifin xazge bixwe şefaf bûne .
Siyaseta birçîkirinê
Ji firotina mehane ya petrola Herêma Kurdistanê ku zêdetirî (1200) 1.2 milyar dolar e, tenê (187) milyon dolar ji Silêmaniyê re tê şandin ku ew jî (280) milyar dînar e. Yanî Silêmanî mehane zêdetirî (50) milyar dînar kêmasiya xwe heye ji ber neşandina pereyan ji hikûmetê.
Dibêjin ku di kabîneya nehan de ji (40) trîlyon dînar (16) trilyon dînar ji bo Silêmaniyê hatiye xerckirin;
- Ji bo projeyên Silêmaniyê yek dînar jî nehatiye xerckirin. Her cara ku Serokwezîr biryar da ku pere xerc bike, li ser bûdceya Silêmaniyê bû ku pere tunebû.
Wek mînak hemû projeyên vê parêzgehê ji ber nebûna pere rawastiyaye. Di wan projeyan de ku rawestiyane Rêyên du alî yên bajarên Ranya, Silêmanî, Kelar, 100 metre û hemû pirojeyên xizmetguzarî hene, ku nêzîkî (2000) pirojeyan in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24