YNK parêzvanê herî rast ya maf û azadiya jinan e
Kurdistan 07:35 PM - 2022-11-26
Rabîha Hemed
YNK ji aliyê stratejî ve giringiyê dide jinan û rol û potansiyela wê, Serok Mam Celal xwedî prensîbeke bi îstîqrar e ku piştgiriya jinan di warên siyasî, rêveberî û yên din de bike.Peyama Serok Bafil Celal Talebanî ya ji bo kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi heman siyasetê û piştgiriya ji bo doza jinê hate pêşwazîkirin.
YNK piştgiriya jinan dikeEndama Serkirdatiya YNKê Rebîhe Hemed ji PUKMEDIA re ragihand, YNK bi taybet Serok Bafil Celal Talebanî, li ser rêya jinan e ji bo parastina mafên jinan ku pêkhateyeke sereke ya civakê ne.Peyama Bafil Celal Talebanî piştgiriyekî xurt e ji bo jinan û dihêle jin zêdetir berê xwe bidin YNKê.
Rebîhe Hemed wiha got: “Ev piştgiriya serkirdetiya YNKê dê bibe derfetek ku jin zêdetir berê xwe bidin YNKê û piştgiriyekî xwe ya sereke bihesibînin.
Yasa nayên bicihanîn“Gelek caran yasayên li dijî tundiya li ser jinan bi awayê xwe nayên cîbicîkirin, yan jî hinek alî cîh didin kujerên jinan, lê ev peyama serokê YNKê weke pêngava yekem gelekî girîng e û dike ku ti kes di nav YNKê de nikaribe tundiyê li ser jinan bike
Endamê Serkirdayetiya YNKê got: "YNK di dema borî de di hemû pêngavên jinan de pêşeng bû. Wek mînak YNK yekem part bû ku jin di serokatiya parlamentoyê, wezîr, walî, serokên zanîngehan û hwd. de cîh girt." .
Bi çandina çanda kêmkirina tundiyêJin girîngiyeke mezin didin peyama Serokê YNK’ê ya ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan û dixwazin hemû alî ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan hevkar bin.
Parlamenterê Parlamena Kurdistanê Şadî Newzad ji PUKMEDIA re ragihand: “Em peyama Serok Bafil cidî dibînin û erkê hemû aliyek e ku dest ji tundiya li ser jinan berdin.
Şadî Newzad got: "Niha li Kurdistanê partiyek heye ku li dijî tundiya li ser jinan radiweste, ji kadroyên xwe dest pê dike. Ev jî beşeke mezin a paşeroja afirandina çanda rawestana li dijî tundiya li ser jinan e."
Bêhtir beşdarbûn, kêm tundîDi berdewamiya axaftina xwe de got: “Daneyên cîhanê ji me re dibêjin ku her ku jin zêdetir beşdarî desthilatê bibin, tundiya li ser jinan di civakê de kêm dibe û YNK jî weke partiyek ku piştgiriya doza jinan dike, dixwaze tundiya li ser jinan kêm bike.
Beşdariya jinan di nava YNK'ê deŞadî Newzad got: Di nava partiyê de, YNKê herî zêde mafên jinan dabîn kiriye û beşdariya jinan di partiyê de rêjeyeke berçav e, ku şanaziyê bi wê yekê dike.
Li Herêma Kurdistanê kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan despê kiriye ku roja 25 Mijdarê wekû roja dijî rundiya li ser Jinan hatiye nas kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê Şera Şukur dibe
09:56 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar bi rêvebirê nûneretiya UNECO yê re civiye
03:00 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
02:08 PM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
01:47 PM - 2023-01-30
zêdetir tamaşe bike

Kurdistan 12:52 PM - 2023-01-31 Serok Bafil :Pêwîste em waneyên dirustî û pakî û wefadarî ji şehîd Aram werbigrin
Şehîd Aram sembola tekoşîn û xebata şoreşa nû bû
10:06 AM - 2023-01-31
Talebanî: Yekem û dawîn bijarde rêkeftineke demdirêj e
10:47 PM - 2023-01-30
Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
09:24 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
06:19 PM - 2023-01-30
zortrin xwendraw
-
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30 -
Qubad Talebanî li gel fireksiyona YNK civiya
Kurdistan 11:56 AM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
Kurdistan 01:47 PM - 2023-01-30 -
Wezareta Rewşenbîrî ya Federalê piştgiriya saziya Serok Celal Talebanî dike
Êraq 12:44 PM - 2023-01-30 -
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
Êraq 05:17 PM - 2023-01-30 -
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
YNK 05:34 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
Kurdistan 06:19 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
Êraq 02:08 PM - 2023-01-30