Civîna bilind a Dukanê rastkirina riya rêya siyasetê bû
Kurdistan 05:10 PM - 2022-11-26
Civîna Dukanê
Stran Ebdula: Kêşeyên kurdî bi riya yek helwestî tê çareser kirin.
Sertîp Elî: YNKê siyaseta xwe ya serdema serok Mam Celal neguhertiye.
Şêrîn Yunis:Helwestên Serok Bafil Nîştimanîne
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destpêşxeriya mîvandariya partiyan û komkirina aliyan kir ku ji bo yekrêziya Herêma Kurdistanê heman çanda serok Mam Celal dirêjahiyê pê dide.
Li ser rêbazê Mam
Stran Ebdula endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di barê civîna aliyên siyasî de ku li mala serok Mam Celal birêveçûye dibêje: Ecnîdeyê civîna aliyên siyasî li Dukanê zelalkirina helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li ser pêwîstiya yekxistina helwestên aliyên kurdî li Herêma Kurdistanê û li Êraqê bû, ji ber ku ji bo hikûmraniya di herdu astan de pêwîstiya me bi yek helwestiya nav mala kurd heye.
Kêşeyên kurdî bi yek helwestî tê çareser kirin
Civîna bi aliyên kurdî re ku ew komên xwe di parlemanê de hene û li proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê girîngiya wê civîna bilind a Dukanê di wê yekê de ye kume basî yek helwestî kir ku dibe kurd bi yek helwestî kêşeyên navxweyî çareser bike. Ev gotin ê Stran Ebdula ye.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi diyalogê kêşeyan çareser dike, wek çawa serokê YNKê soza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka xwendekaran da ku li navçeyên ji Herêma Kurdistanê dabrane û dikanî çareser bike.
Di dirêjahiya axiftina xwe de Ebdula wiha got: "Bi heman awayî ku Mala Mam li Bexdadê ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan e û ji bo yekrêziyê tê çareserkirin, wek di van çend rojane de ku serok Bafil Celal Talebanî li gel wezîrê pewerdeyê Êraqê civînek lidarxistiye ji bo navçeyên dabran û ji bo çareserkirina kêşeya xwendina kurdî di wan navçeyan de ku pêwîste bi guşar bêne çareserkirin."
Stran Ebdula dibêje: "Her aliyekî beşdarî civîna Dukanê nebû ye hemû peyam ji wan re diçin, ji ber ku civîn ne girtî bû, aşkire bû wek siyaseta serok Mam Celal li her ku pêwîst bi aştî bike kombûn dikir û li gel hemû aliyan rûdinişt û hemû aliyên siyasî ku ji xwe re kar dikin û beşdarî civînê nebûne, raste qeyran li hemû Kurdistanê de heyem lê ev ciyakarî ku di navbera parêzgehan de tê kirin, ziyan li zonê kesk daye."
Siyaseta YNKê naye guhertin
YNKê li ser siyaseta neguhertina xwe li malê Mam dubare hewla çareserkirina kêşeyan dide.
Endamê serkirdeyetiya YNKê Sertîb Elî ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragiahnd: "Herdem mala serok Mam Celal li Bexdadê û Herêma Kuridstanê komkirina hemû aliyên siyasî ên nakokdar bû ye û sedpêşxeriya serok Bafil Celal Talebanî li Dukan û banghêştkirina aliyên siyasî di mala serok Mam Celal de, nîşaneya nehguhertina siyaseta serok Mam Celal e ku pêwîste hemû aliyên siyasî tiwaneya biryardan di barê çaresnûsa Kurdistanê de hebe."
Encûmena bilind wê karesaniyê ji bo hikûmet û parlemanê bike
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Sertîp Elî aşkire kir ku wê encûmena bilind a siyasî li Herêma Kurdistanê bikaribe karesanî ji bo parlemana Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî bike.
Serokê YNKê û helwestên nîştimanî
Endama Parleman Kurdistanê Şêrîn Yunis ji PUKMEIDA`yê re ragihand ku helwestên serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo yekrêziya aliyên siyasî Kurdistanî û ji bo pirsgirêkên nîştimanî gelek bilind dinirxînin. Di dirêjahiya axiftina xwe de, Şêrîn Yunis dide diyarkirin ku serok Bafil Celal Talebanî helwestên xwe nîştimnaîne û pêngavên damezrandina yekrêziya kurdî û seqamgîriya siyasî û aborî û civakê gelek girînge û nîştimanî ye.
Di gotina xwe de wiha pêde çû û got: "Pêngavên serok Bafil ji bo kotayî anîn bi qurxkarî û gendalî û ciyakarî hizbî û peydakirina yeksanî di xizmeta tevahiya xelkên Kurdistanê de ye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê Şera Şukur dibe
09:56 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar bi rêvebirê nûneretiya UNECO yê re civiye
03:00 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
02:08 PM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
01:47 PM - 2023-01-30
zêdetir tamaşe bike
Talebanî: Yekem û dawîn bijarde rêkeftineke demdirêj e
10:47 PM - 2023-01-30
Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
09:24 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
06:19 PM - 2023-01-30
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
05:34 PM - 2023-01-30
zortrin xwendraw
-
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30 -
Qubad Talebanî li gel fireksiyona YNK civiya
Kurdistan 11:56 AM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
Kurdistan 01:47 PM - 2023-01-30 -
Wezareta Rewşenbîrî ya Federalê piştgiriya saziya Serok Celal Talebanî dike
Êraq 12:44 PM - 2023-01-30 -
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
Êraq 05:17 PM - 2023-01-30 -
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
YNK 05:34 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
Kurdistan 06:19 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
Êraq 02:08 PM - 2023-01-30