Serok Bafil: Biryarên girîng ji bo piştgirî û xurtkirina mafên jinan
YNK 01:59 PM - 2022-11-26Serok Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî hewleke mezin dide ji bo piştevanîkirina hemû aliyên jiyanê û xizmetkirina welatiyan, mijara herî girîng ku xistiye pêş Parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan.
Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û jinavbirina zilm û cudahiya civakî kampîneke 16 rojî da destpêkirin û di daxuyaniyekê de ragihand ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku dê 16 rojan bidome, pêngaveke girîng e ji bo rêzgirtina li têkoşîn û xebatên jinan ên ji bo parastina mafên jinan û wekheviya zayendî û rakirina zext û cudakariya civakî ye.
Gelek xal ji bo piştgiriya jinan in
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Rabîhe Hemed ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re dibêje: Daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî ji bo şopandina nêzîkatiya Serok Mam Celal di berevaniya mafên jinan de ye.
Herwaha got: Di daxuyaniya Serok de gelek xal hene ku dibin alîkar bo bihêzkirina rola jinan û parastina mafên wan.
Biryarên girîng ji aliyê Serok Bafil Celal Talabanî ve hatin dayîn
Serok Bafil di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Bi vê derfetê ez dilgiraniya xwe li hember binpêkirina mafên we û tundiya li ser we diyar dikim, sînorên we yên kesayetî û azadiya we tên binpêkirin bê hincet tê astengkirin û tekez kir ku: “Yekîtiya Niştimanî dê li ser heman nêrîna azadîxwaz û hevdem a Serok Mam Celal li hember jinan berdewam be û emê piştevanê we bin. Ji ber vê yekê em van biryaran didin:
1. Ji bo bidestxistina mafên jinan û pêkanîna wekheviya zayendî di hemû saziyan de pêwîste hemû saziyên YNKê hevkarî û hemahengiyê bikin.
2. Jin hêza daîmî û nûjenker a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û di eniya herî pêş a têkoşîna sivîl û demokratîk de ye, lewra me biryar da ku ji niha û pê ve di xebatên rêxistinî û rêberî û di hemû sazî û dezgehan de zêdetir derfet bidin keç û jinan.
3. Hemû saziyên Yekîtiya Niştimanî pabendî yasa û pêşniyarên civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di derbarê wekheviya zayendî de ne û ev sazî jî ji bo pêkanîna wekheviyê bêyî sînor û merc hevkarî û piştevaniya wan dikin ji bo pêkanîna wekhevî û edaleta civakî di vîvaka Kurdî de û hûn ê bi hemû astengiyên ku li pêşiya gihîştina vê armanca bilind radiwestin rû bi rû bimînin.
4. Her rêheval, kadro û endamek Yekîtiya Niştimanî bi her pile û berpirsiyarî be, eger tundiyê li keç û jinên civaka me bike yan binpêkirina maf û azadiyên wan ên kesayetî bike dê rûbirûyê yasa û di bin berpirsiyariya tund a hizbî de bin.
Biryar dê bibe alîkar ku rola jinan xurtir bibe
Xanim Rabîhe Hemed dibêje: Biryarên Serok dê derfetek mezin ji jinan re peyda bike da ku beşdarî refên Yekîtiya Nîştimanî bibin û jinan hest bi wê yekê bike ku Yekîtiya Niştimanî ew partiye ku mafên wan garantî dike û berevaniyê li wan dike.
Got jî ev biryar dê derfetên mezin ji jinan re peyda bike da ku bi awayeke bi bandor di çalakiyên civakî û siyasî de beşdar bibin û peyama Serok dê rê li her hewlek ji bo pêkanîna tundûtûjiyê li dijî jinan li her cihekê bigire.
Yekem partiye ku mafên jinan ava kir
Rabîhe Hemed dibêje: Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku em pêşeng in di dabînkirina mafên jinan de, û ew yekem partiye ku jinekê bo posta wezîrtiyê destnîşan dike û yekem partiye ku jinan di postên hikûmetê de destnîşan dike wek qaêmmeqam û karmendê şaredariyê û heta di serokatiya parlamentoya Kurdistanê de jî.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hertim di meşa piştevaniya mafên jinan de bi serokatiya serokê rihmrtî Mam Celal û niha bi serokatiya Bafil Celal Talebanî hertim li pêşiya meşa piştevanîkirina bi mafên jinan bûye û li gel aliyên din li pêşiyê de ye.
Ji yekîtiya Niştimanî gavên rasteqîne
Parlamentera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Şadî Newzad ji PUKMEDIA re ragihand: Daxuyaniya Serok Bafil dibe alîkar ku rola jinan bi hêztir bibe, bi taybetî biryara girtina her heval, kadro û endamekî Yekîtî bi her pileyek û berpirsiyarî be eger tundûtûjiyê li ser keç û jinên civaka me bike, yan jî mafên wan û azadiya wan binpê bike dê rûbirûyê qanûnê bibe û bi tundî berpirsyariya hizbî bête kirin.
Rûbirûbûna tundiyê karê hizbî ye
Şadî Newzad tekez dike: Biryarên Serok tekez dikin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ew partiyaye ku bi awayekî bi bandor li dijî her hewleke tundûtûjiyê li dijî jinan radiweste û sizayên hizbî li ser wê sepandine.
Herwaha got: Ev biryara han dibe alîkar bo bihêztir kirina rola jinan û derfetê bo wergirtina postên serkirdayetî û bihêztir kirina hebûna wan di hêlên giring ên biryardanê yên herêma Kurdistanê de.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê partiya herî zêde piştevaniya mafên jinan dike
Şadî Newzad dibêje: Yekîtiya Niştimanî ew e ku zêdetir maf dabîn dike û zêdetir piştevaniya jinan kiriye û em ji niha û pê ve hêviya beşdarbûna zêdetir ya jinan di nav rêzên Yekîtiya Niştimanî de dikin.Ji ber wê yekê Yekîtî berevaniya ji mafê jinan kiriye li ser karê xwe yê pêşîne û em dikarin şanaziyê bi rêjeya beşdariya jinan di serkirdayetiya partiyê de bikin ku ji aliyên din zêdetir e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
Kurdistan 11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
Kurdistan 10:56 PM - 2024-04-17 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18