Yekîtiya Jinên Kurdistanê pesna destpêşxeriya Serok Bafil da
Kurdistan 09:40 PM - 2022-11-25
Kafîa Silêman sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê
Kafîa Silêman sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê piştgrî da daxuyaniya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ya ji bo piştgriya jinan û rûbirûbûna tundûtûjiya li ser wan, bilind nirxand.
Doh Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di despêka Kampanyaya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser jinê ragihand ku YNK bi heman nêrîna azadîxwaz û nûjen a Serok Mam Celal ,pêwîste bi hamû organê xwe piştgiriya jinan bikin û got: “Ji bo bidestxistina mafên jinan û wekheviya zayendî di saziyan de.
Teksta peyamê:Kampanyaya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser jinê, ji bo rêzgirtina li têkoşîn û xebatên jinan ên ji bo parastina mafên jinan, wekheviya zayendî û ji holê rakirina zext û cudakariya civakî, gaveke girîng e.
Bi vê wesîleyê dilgiraniyên xwe yên li ser binpêkirina mafên we û tundiya li ser we radigihînim. Sînorên we yên şexsî tên binpêkirin û bê sedem azadîyên we tên astengkirin.
YNK dê bi heman nêrîna azadîxwaz û hemdem a Serok Mam Celal li hember jinan berdewam bike û emê piştgirya we bikin. Ji ber vê yekê em hemû organ û dezgehên xwe yên rêxistinî dixin xizmeta vê armanca bilind û biryar didin:
1. Ji bo bidestxistina mafên jinan û misogerkirina wekheviya zayendî di hemû saziyan de divê hemû organên YNKê hevkarî û hemahengiyê bikin.
2. Jin hêza berdewam û bêdawî ya YNKê ye û pêşenga têkoşîna sivîl û demokratîk e û ji ber wê jî me biryar da ku di xebatên rêxistinî, serkirdayetî û hemû organên din ên YNKê de zêdetir derfet bidin keç û jinan.
3. Hemû organên YNKê pabendî yasa û pêşniyarên civîna YNKê yên derbarê wekheviya jin û mêran de bin û ji bo pêkanîna wekhevî û dadperweriya civakî di civaka Kurdistanê de bê merc hevkarî û piştgiriyê bikin. Ew ê jî ji bo bidestxistina vê armanca bilind bi hemû astengiyan re rû bi rû bimînin.
4. Her rêheval, kadro û endamekî YNKê di her rêz û berpirsyariyekê de be, ku tundiyê li keç û jinên civaka me bike û mafên wan û azadiya kesayetî binpê bike, dê were derxistin pêşberî yasayê û bi tundî were dadgehkirin.
Hûn jin û keçên leheng û azadîxwaz, ber bi armancên xwe yên bilind ve bimeşin û em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de piştgiriya we dikin. Em ê jî li hemberî hemû cudakarî û fikrên ku vê têkoşîna sivîl û demokratîk asteng dikin, li ber xwe bidin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê piştgiriya înîsiyatîfa Serok Bafil Celal Talebanî dikeSekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafia Silêman ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Serok Bafil Celal Talebanî piştgiriya xwe ya berdewam ji rêxistinên jinan re tekez kir, çawa ku serokê nemir Mam Celal piştgriya mafên jinan bû.
Wê got jî: “Di daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî de gelek xal hene ku di nav armancên Yekîtiya Jinên Kurdistanê de ne, bi taybetî mijara berçavgirtina hevsengiya zayendî di nav partî û hikûmetê de, û ev mijar pir girîng e û dê şiyan û jêhatîbûna jinan zêde bike."
Yekîtiya Neteweyî azadiya jinan daSekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê dibêje: Serok Bafil Celal Talebanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku her kesek di her postekê de be, eger tundûtûjiyê li ser keç û jinan bike di civaka me de, yan binpêkirina maf û azadiyên wan ên kesayetî bike, dê rûbirûyê yasayê bibe û di bin berpirsiyariya tund a hizbî da be.
Her wiha got, "Em weke Yekîtiya Jinên Kurdistanê piştgiriyê didin vê helwesta pîroz a ku wê rewşa jinê di civakê de bilind dike."
Li ser şopa Serok Mam CelalKafia Silêman teqez dike: Daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî hevdem e ligel siyaseta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ku siyaset û nêzîkatiya Serok Mam Celal e ku pişttgirya mezin bû ji bo mafên jinan, piraniya partiyan behsa mafên jinan dikin, lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Yekitiya partiyê yekane ye ku ev armanc bi cîh aniye û di xebatên xwe yên pêşîn de ava kiriye.
Jinên Kurdistanê: Jinên Kurd pêşenginYekîtiya Jinên Kurdistanê tekez kir ku sedemên niştimanî, siyasî û yên din li pişt zêdebûna bûyerên tundiya li ser jinan in.
25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Hevgirtina Cîhanê ya Li Dijî Sûcên Tundiyê û Cudakariya Zayendî ye.
Ev roj encama tundiya ku rejîmên dîktator li dijî azadiya jinê pêk anîne, ji bilî çand û kevneşopiyê, faktorên din ên netewî, siyasî, civakî, aborî û jîngehparêzî jî dibin sedema zêdebûna tundiyê.
Jin bi baweriya bilind tekoşina xwe berdewam dikinRoja 25ê Mijdarê di demekê de ye ku cîhan bûye aloziya şer û nakokiyên siyasî û jîngehparêzî bi giştî û li Kurdistanê jî bi taybetî rûbirûyê gelek pirsgirêkan bûye , qeyîran û nezanîn bandoreke tund li nebûna jîngeheke wha kiriye.
Lê ya dilşad ew e ku jin li dijî rejîmên otorîter ên ku mafên wan ji dest wan distînin bêdeng namînin û têkoşîna xwe didomînin.
Şoreşa jinê bi pêşengiya jinên Kurd pêşdikeveÎro şoreşa jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd bûye perwerdekirina jinên cîhanê û îsbat kiriye ku jin hêza ku dikare guhertinên radîkal di cîhana îroyîn de û ji bo paşerojeke baştir pêk bîne.
Ji ber vê yekê divê jinên cîhanê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî ji bo bidestxistina jiyaneke aram û bê tundiyê bi hemû şêwazên wê bi hev re xebatan bimeşînin û heta ku negihêjin jiyana ku heq dike, teslîm nebin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê Şera Şukur dibe
09:56 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar bi rêvebirê nûneretiya UNECO yê re civiye
03:00 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
02:08 PM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
01:47 PM - 2023-01-30
zêdetir tamaşe bike
Talebanî: Yekem û dawîn bijarde rêkeftineke demdirêj e
10:47 PM - 2023-01-30
Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
09:24 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
06:19 PM - 2023-01-30
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
05:34 PM - 2023-01-30
zortrin xwendraw
-
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30 -
Qubad Talebanî li gel fireksiyona YNK civiya
Kurdistan 11:56 AM - 2023-01-30 -
Civîna Qubad Talebanî bi şandeke serbazî Amerîkayê re
Kurdistan 09:43 AM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
Kurdistan 01:47 PM - 2023-01-30 -
Wezareta Rewşenbîrî ya Federalê piştgiriya saziya Serok Celal Talebanî dike
Êraq 12:44 PM - 2023-01-30 -
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
Êraq 05:17 PM - 2023-01-30 -
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
YNK 05:34 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
Êraq 02:08 PM - 2023-01-30