Serok Bafil: Her berpirs û rêhevalê ku şîdetê bike dijî jinan dê bê siza kirin

Kurdistan 10:13 PM - 2022-11-24
 Serok Bafill Celal Talebanî

Serok Bafill Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di despêka Kampanyaya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser jinê ragihand ku YNK bi heman nêrîna azadîxwaz û nûjen a Serok Mam Celal ,pêwîste bi hamû organê xwe  piştgiriya  jinan bikin  û got: “Ji bo bidestxistina mafên jinan û wekheviya zayendî di saziyan de.

Teksta peyamê:

Kampanyaya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser jinê, ji bo rêzgirtina li têkoşîn û xebatên jinan ên ji bo parastina mafên jinan, wekheviya zayendî û ji holê rakirina zext û cudakariya civakî, gaveke girîng e.
Bi vê wesîleyê dilgiraniyên xwe yên li ser binpêkirina mafên we û tundiya li ser we radigihînim. Sînorên we yên şexsî tên binpêkirin û bê sedem azadîyên we tên astengkirin.
YNK dê bi heman nêrîna azadîxwaz û hemdem a Serok Mam Celal li hember jinan berdewam bike û emê piştgirya we bikin. Ji ber vê yekê em hemû organ û dezgehên xwe yên rêxistinî dixin xizmeta vê armanca bilind û biryar didin:
1. Ji bo bidestxistina mafên jinan û misogerkirina wekheviya zayendî di hemû saziyan de divê hemû organên YNKê hevkarî û hemahengiyê bikin.
2. Jin hêza berdewam û bêdawî ya YNKê ye û pêşenga têkoşîna sivîl û demokratîk e û ji ber wê jî me biryar da ku di xebatên rêxistinî, serkirdayetî û hemû organên din ên YNKê de zêdetir derfet bidin keç û jinan.
3. Hemû organên YNKê pabendî yasa û pêşniyarên civîna YNKê yên derbarê wekheviya jin û mêran de bin û ji bo pêkanîna wekhevî û dadperweriya civakî di civaka Kurdistanê de bê merc hevkarî û piştgiriyê  bikin. Ew ê jî ji bo bidestxistina vê armanca bilind bi hemû astengiyan re rû bi rû bimînin.
4. Her rêheval, kadro û endamekî YNKê di her rêz û berpirsyariyekê de be, ku tundiyê li keç û jinên civaka me bike û mafên wan û azadiya kesayetî binpê bike, dê were derxistin pêşberî yasayê û bi tundî were dadgehkirin.
Hûn jin û keçên leheng û azadîxwaz, ber bi armancên xwe yên bilind ve bimeşin û em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de piştgiriya  we dikin. Em ê jî li hemberî hemû cudakarî û fikrên ku vê têkoşîna sivîl û demokratîk asteng dikin, li ber xwe bidin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
 PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket