YNK li yekitîya kurdan digere
Kurdistan 08:54 PM - 2022-11-24
YNK li yekitîya kurdan digere
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) careke din havîngeha Dûkanê wek navendeke siyasî ya Kurdistanê vekir û bi însiyatîfa Serok Bafil Talebanî civîneke lûtkeyê bi amadebûna kesê yekem yê piraniya partiyan li dar xist ji bo yekrêzî û hevdengiya hêzên Kurdistanî, ji ber ku YNK bingeha karkirina dirust li Êraq û navçeyê dibîne.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbwar Îsmaîl ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK xwedî helwesteke niştimanî ya zelal e ku hewla yekrêziya Kurd û aliyên Kurdistanî yên Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dide.
Bi diyalog û têgihiştinê di navbera aliyan de dê pêkhateya herêmê bihêztir bibe“Di serdema rêheval Mam Celal de û piştî kongreya çarem, YNKê hewlên bênavber ji bo bihêzkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziya wê bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê û çareserkirina kirîzên ku rûbirûyê herêmê bûne, kiriye, ku beşek ji wan kêmasiyên navxweyî ye. Rêbwar Îsmaîl wiha dibêje.
Rewşa herêmê pêwîstî bi yekrêziya me heye“Çarenûsa Kurdistanê û hikûmeta wê bi têgihîştina aliyan ve girêdayî ye, ku bêguman dê bi rêya diyalog û danûstandinan be, YNK hewl dide bi rêya danûstandinan nêrînên xwe bigihîne tevahiya Kurdistanê û nêrînên hemû aliyan werbigire. Divê di nav herêmê de bêyî destwerdana derve çareser bibe.
Her wiha got: “Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê û hevsengiya siyasî pêwîste em bi baldarî guh bidin hev û bi helwesteke şoreşgerî û berpirsane rûbirûyî pirsgirêkan bibin.”
“Hewldanên YNK û Serok Bafel Celal Talebanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan karekî girîng û zehmete, ji ber ku ew dixwaze nav mala Kurd yekdeng bike da ku Herêma Kurdistanê li gel Bexda û hêzên niştimanî û navdewletî xwedî helwestek zelal be.
Hemû aliyên ku beşdarî civîna li Dukanê bûne yekitiya Kurdan dixwazin“Hemû aliyên ku beşdarî civîna îro bûne, dixwazin statûya herêmê biparêzin û kurd bibin yek.
Rêvebiriya berê ya li herêmê bi ser neket
Herwaha got: YNK di wê baweriyê de ye ku rêveberiya kevin a herêmê serkeftî nebû, lewma divê bi beşdariya hemû aliyan şêwazek nû ya rêveberiyê bê danîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Derbaz Kosret: Beşdarbûna çalak a Kurdan garantiya Kurdayetiyê li navçeyê ye
12:58 PM - 2023-11-29 -
YNKê dixwaze bi hemûyan re peywendiyên hevseng hebe
08:56 PM - 2023-11-28 -
Lîsteya YNKê ya xelkê Nînowa xizmeta pêkhatan dike
11:01 PM - 2023-11-27 -
Bandekî Çeteyên tiryakê tên girtin
07:07 PM - 2023-11-27
zêdetir tamaşe bike

Rêportaj 12:14 PM - 2023-11-29 Lîstên Yekîtî: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora perwerde û xwendinê
YNK bo yekgirtin, pêşvebirin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge dike
08:04 PM - 2023-11-28
Talebanî: Bi lez dest pêkirina hinartina petrolê û lihevkirineke berfireh li gel Bexdayê
05:23 PM - 2023-11-28
Şalaw Kosret Resûl: YNK dikare Kerkûkê biparêze
03:38 PM - 2023-11-28
YNK giringiyekî tayîbet dide beşdarbûna jinan de rêvebiriyê de
10:55 AM - 2023-11-28
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: YNK dikare Kerkûkê biparêze
Kurdistan 03:38 PM - 2023-11-28 -
Derbaz Kosret: Beşdarbûna çalak a Kurdan garantiya Kurdayetiyê li navçeyê ye
YNK 12:58 PM - 2023-11-29 -
Lîstên Yekîtî: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora perwerde û xwendinê
Rêportaj 12:14 PM - 2023-11-29 -
Talebanî: Bi lez dest pêkirina hinartina petrolê û lihevkirineke berfireh li gel Bexdayê
Kurdistan 05:23 PM - 2023-11-28 -
YNKê dixwaze bi hemûyan re peywendiyên hevseng hebe
Kurdistan 08:56 PM - 2023-11-28 -
YNK bo yekgirtin, pêşvebirin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge dike
Kurdistan 08:04 PM - 2023-11-28