NATO û Êraq peyîwendiyên Leşkerî bi hêz dikin

Êraq 05:30 PM - 2022-11-24
Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd  û General Giovanni Lannucci

Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd û General Giovanni Lannucci

Birêz Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd îro pênşemî  li Koşka Bexdayê pêşwaziya Fermandeyê Organîzasyona Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) li Êraqê General Giovanni Lannucci kir.
Di hevdîtinê de, wan erkên ku ji aliyê nûneratiya NATOyê ve li welat di warê perwarde  leşkerî û hêzên ewlekariya Êraqê, zêdekirina asta  leşkerî û bilindkirina asta pisporî û kargêriyê, bi awayekî ku ji bo piştgirîkirina  hêzên ewlehiyê yên Êraqê pêk tîne, nirxandin. Hewldanên Êraqê bo rûbirûbûna terorê û jinavbirina navendên wê.
Cenabê Serokkomarê dupat kir ku teror û tundrewî diyardeyeke metirsîdare bo hemû cîhanê û nîşan da ku hêzên ewlekarî yên Êraqê bi hemû pêkhateyên xwe karîn terorîstan û planên wê yên xerab têk bibin û berdewam bin li ser şopandina paşmahîyên wê. Amaje bi hevkariyên giring digel NATOyê di warê bihêzkirina asta  hêzên ewlehiyê yên Êraqê di cîbicîkirina karê   xwe de û pêwîstiya berfirehkirina asta  perwarde  û rawêjkariyê li dijî  metirsiyê ku  tehdîdkirina ewlehî û aramiya welatiyan dike .
Ji aliyê xwe ve General Iannucci da zanî ku hedefa  şanda NATOyê ,bihêzkirina peywendiyên hevkariyê ligel Êraqê di warê perwarde , şêwirdarî, pevguhertina agahî û hewildanên istixbaratî, bi awayekî ku asta  hêzên çekdar ên Êraqê ji her cureyî zêdetir bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket