YNK bi lîwayekî valahiya ewlehiyê tijî dike

Kurdistan 04:43 PM - 2022-11-24

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) mûçe û bûdceya Lîwaya 20 ya Pêşmerge xistiye nav bûdceya Êraqê.
Serokê YNK ê  Bafil Celal Talebanî ligel Wezîrê Paraztina Êraqê Sebt Mihemed Ebasî civiya û di civînê de pêşhatên leşkerî û emnî û tedbîrên jinavbirina paşmahiyên DAIŞê û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê de bi taybet li navçeyên ku têde valayîya ewlehî û asayîş heye  gotûbêj kirin. 
Mûçe û bûdceya Lîwaya 20 ya Pêşmerge di bûdceyê de cih girt
Endamê Fraksiyona YNKê di Civata Nûneran de Dylan Xefûr ji PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ragihand:
Xefûr herwiha got: “Wezîrê Paraztinê yê Êraqê Sebbath Mihemed Ebasî ji me re ragihand, mûçe û bûdceya Lîwaya 20 ya Pêşmerge dê di bûdceya sala 2023an de cih bigire, dema proje yasaya bûdceyê ji Parlamentoya Êraqê re were şandin.

Pêwîstiya YNKê bi aştiyê zêdetir heye
Herwaha got: ‘’Îsrara Fraksiyona YNKê li ser şandina lîwaya 20 a Pêşmerge û mûçe, bûdce û mafên wan ware dayîn ,her wiha  vegerandina aramiyê ji aliyê lîwayê bo navçeyê ye .
Xefûr herwiha got: “Miaş û bûdceya Lîwaya 20 ya Pêşmerge yek ji daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye di dema pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de bo vegerandina aramiya zêdetir li navçeyên kurdî devayî Herema Kurdistanê.
Pengavên Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li gel  artêşa Êraqê ku lîwaya 20 a hêzên Pêşmerge dê vegerin wan  navçeyên ên ku valahiyeke ewlehiyê lê heye ji bo ku aramî zêdetir be.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket