Li Dukanê kesên yekem ên partiyan komdibin

Kurdistan 11:27 AM - 2022-11-24
Serok Bafil Celal Talebanî pêşwazî li serokên aliyan dike

Serok Bafil Celal Talebanî pêşwazî li serokên aliyan dike

Li havînhawara Dukanê serok Bafil li gel kesên yekem ên partiyên siyasî Herêma Kurdistanê komdibe.
Îro roja pêncşemê 24-11-2022`an, li hawarhevîna Dukanê, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê heval Bafil Celal Talebanî banghêşta kesên yekem ê partiyên siyasî kir û dest bi kombûnê tê kirin.

Her weha di wê barê de, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê heval Bafil Celal Talebanî pêşwazî li kordînatorê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî, emîndarê giştî yê Yekgirtoya Islamî Kurdistanî mamoste Selahedîn Bihadîn, mamoste Elî Bapîr mîrê Komeleya Dadgerî û Kawa Mehmûd sekreterê Partiya Komunîst ê Kurdistanê û Mihemedî Hajî Mehmûd sekreterê partiya sosyalîst a demokrata Kurdistanê kir.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destpêşxeriya vê kombûnê kir ku gotûbêjê li ser yekdengî li Herêma Kurdistanê ji bo kêşeyên çarenûsaz û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de û ew çaksazî û rastkirina riyên çewt ê hikûmraniyê ku têkirin û çendîn babetên din di wê civînê de têne rojeve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket