}

Balyozê Danîmarka serdana Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê kir

Kurdistan 08:11 PM - 2022-11-23
Baliyozê Danîmarka û birêz Wehab Helebceyî

Baliyozê Danîmarka û birêz Wehab Helebceyî

Îro Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî pêşwaziya Balyozê Danîmarka li Êraqê Christian Thorning û Ataşeyê Leşkerî yê Balyozxaneya Danîmarkayê Kolonel Gert Pashkoy kir.
Li hevdîtinê de pêşhatên ewlekarî û leşkerî hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser dirustkirina jîngeheke guncawtir ji bo başkirina peywendiyan û hevahengiya di navbera hêzên dije terorê û hêzên Danîmarkî di warê leşkerî de û berdewamiya operasiyonên leşkerî bo jinavbirina terorê kirin.
Mijareke din a civînê jî têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê ku metirsiyên derve û herêmî yên li ser Herêma Kurdistanê bû.
Balyozê Danîmarka li Êraqê Christian Thorning tekezî li ser berdewamiya rola welatê xwe wek endamekî NATOyê li Êraqê kir di piştgiriya  Pêşmerge, hêzên dije-teror û hêzên Êraqî de ji bo şerê li dijî terorê û xebata ji bo aramiya zêdetir .
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket