}

Serokkomar tekezî li ser bihêzkirina ewlehî û aramiyê dike

Êraq 06:24 PM - 2022-11-23
Serokkomar û Nûnerê UN

Serokkomar û Nûnerê UN

Îro çarşem Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî xanim Jeanine Plasschaert kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat û hewlên heyî yên ji bo çareserkirina gelek dosyayên girêdayî başkirina rewşa welatiyan û rewşa aborî hatin gotûbêjkirin. Tekez li ser piştgirîkirina hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe û bersivdana daxwazên gelê Êraqê û başkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariyê hat kirin.

Rola nûneratiya Netewên Yekgirtî li Êraq

Her wiha rola nûneratiya Netewên Yekgirtî hate gotûbêjkirin, ji ber ku cenabê wî tekezî li ser giringiya karkirin û hevahengiya ligel desthilatên Êraqî ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan, bi taybetî pirsa penaberan , bi dabînkirina hemû pêdiviyên pêwîst ji bo baştirkirina jiyana wan a dijwar kir, şert û mercên wan, ji bo vegera wan a bi ewle li mal û bajarên xwe bixebitin û dosyaya ji cîhûwarkirinê ya li welêt.
Girîngiya bihêzkirina ewlehî û aramiya welat, dabînkirina ewlehiya welatiyan û bihêzkirina peywendî û diyalogê bi welatên cîran re ,di gotûbêjkirina dosyayê de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, rêzgirtina hev û serweriyê, bi awayekî ku piştgiriya  ewlehî û aramiya welat û herêmê bike  û hevkariyê di sektorên berjewendiyên hevpar de zêde bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket