YNKê bi serokên aliyan re dicive li ser pirsên Nistimanî
Kurdistan 04:14 PM - 2022-11-23
Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi fermî kesê yekem ê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vexwendiye bo civînekê ku biryare sibe li havîngeha Dukanê were lidarxistin û têde rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên daliqandî navbera Herêm û Bexdayê de gotûbêj bikin.
YNK kesê yekem ê partiyan vedixwîneBerpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Serhed ji PUKMEDIA re ragihand: "YNKê kesên yekem ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vexwendiye ku bicivin û rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin." .
Pêwîstiya YNKê bi lihevkirina partiyan heye
“Mijara din a civînê dê gotûbêjkirina pisgirêkên daliqandî yên navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê be, YNK dixwaze rêkeftinek di navbera aliyên Herêma Kurdistanê de çêbibe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê û di berjewendiya giştî de be. Berpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje.
Serhed wiha got: “YNK’ê bêyî hejmara kursiyan û li ser esasê lihevkirinekî hevpar ji bo mijarên niştimanî, kesê yekem ê hemû aliyên siyasî vexwendiye.
Serok Mam Celal kevirê bingehîn ji bo wê danîye
“Ev civîna li gel kesê yekem ê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser esasê xema Serok Bafil Talebanî ye, ji bo çareseriya radîkal a pirsgirêkan e û ev siyaseta rast e ku pêdiviya Herêma Kurdistanê û Êraqê jê heye û heman siyaseta ku Serok Mam Celal kevirê bingehîn ji bo wê danîye.”
Salar Serhed got: YNK ê helwesta serkirdeyên aliyên siyasî ji bo beşdarbûna di civînê de û têgihîştina wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi taybetî pirsên diyarker bilind dinirxîne.
Vexwandina civînê ji aliyê Desteya Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ji bo kesê yekem ê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatiye şandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Derbaz Kosret: Beşdarbûna çalak a Kurdan garantiya Kurdayetiyê li navçeyê ye
12:58 PM - 2023-11-29 -
YNKê dixwaze bi hemûyan re peywendiyên hevseng hebe
08:56 PM - 2023-11-28 -
Lîsteya YNKê ya xelkê Nînowa xizmeta pêkhatan dike
11:01 PM - 2023-11-27 -
Bandekî Çeteyên tiryakê tên girtin
07:07 PM - 2023-11-27
zêdetir tamaşe bike

Rêportaj 12:14 PM - 2023-11-29 Lîstên Yekîtî: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora perwerde û xwendinê
YNK bo yekgirtin, pêşvebirin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge dike
08:04 PM - 2023-11-28
Talebanî: Bi lez dest pêkirina hinartina petrolê û lihevkirineke berfireh li gel Bexdayê
05:23 PM - 2023-11-28
Şalaw Kosret Resûl: YNK dikare Kerkûkê biparêze
03:38 PM - 2023-11-28
YNK giringiyekî tayîbet dide beşdarbûna jinan de rêvebiriyê de
10:55 AM - 2023-11-28
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: YNK dikare Kerkûkê biparêze
Kurdistan 03:38 PM - 2023-11-28 -
Derbaz Kosret: Beşdarbûna çalak a Kurdan garantiya Kurdayetiyê li navçeyê ye
YNK 12:58 PM - 2023-11-29 -
Lîstên Yekîtî: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora perwerde û xwendinê
Rêportaj 12:14 PM - 2023-11-29 -
Talebanî: Bi lez dest pêkirina hinartina petrolê û lihevkirineke berfireh li gel Bexdayê
Kurdistan 05:23 PM - 2023-11-28 -
YNKê dixwaze bi hemûyan re peywendiyên hevseng hebe
Kurdistan 08:56 PM - 2023-11-28 -
YNK bo yekgirtin, pêşvebirin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge dike
Kurdistan 08:04 PM - 2023-11-28