Serokê YNK ê pirsgirêkên zimanê Kurdî çareser dike

Kurdistan 02:43 PM - 2022-11-23

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî  li ser pirsgirêkên kurdolojiyê li navçeyên kurdî dervayi Herema Kurdistanê disekine ku pirsgirêkên kurdolojiyê li wan navçeyan çareser dike,ji bo parastina mafên welatiyan û dabînkirina pêdiviyên wan hewlên mezin û giring dide.
Di vê derbarê de Serok Bafil Celal Talebanî pirsgirêka mamostayên xwendina Kurdî li Kerkûkê weke serekî ji bo karê xwe nirxand û bi saya hewlên wî li ser çareser kirina wê pirsgrêka  herî girîng ya ku karmendên Kurdnasiyê di hemû waran de tûş bûne  tê çareser kirin .

Serok Bafil Celal Talebanî bi Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Federal re civiya
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Serok Mam Celal li Bexdayê pêşwaziya Îbrahîm Nams Cibûrî Wezîrê Perwerdeya Êraqê kir.
Di civînê de behsa hewlên ji bo baştirkirina proseya xwendinê hat kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo xwendekar û mamosteyan weke yek ji beşên girîng ên civakê hate kirin.
Serok Bafil:Perwardeya Zimanê Kurdî bo Kerkûk girînge 
Di civînê de Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi pirsgirêka perwerdeya zimanê Kurdî û xizmetkirina mamostayan li  Kerkûkê û navçeyên kurdî  dervayî Heremê   kir û got: “Divê pirsgirêkên mamostayan bên çareserkirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî li Kerkûkê yek ji wan pirsgirêkan e ,xalên girîng ên rojeva hikûmeta nû û projeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin ."
Pirsgirêkên proseya xwendinê û xwendekarên dibistanên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Bafil got: Em dilgiran in li ser curê geşepêdana vê sêktora  girîng a civakê û divê zêdetir giringî bi wan bê dayîn û ji bo xwendekar û mamosteyan jîngeheke guncaw  pêdîviye  û ji bo baştirkirina vê sêktora girîng gav bên avêtîn.”
Di bersivê de Wezîrê Perwerdeya Êraqê Îbrahîm Nams El-Cebarî hewlên serkirdetiya YNKê ji bo xizmetkirina perwerde û proseya xwendinê bilind nirxand û got: Em soz didin ku lêkolîna pirsgirêkan  zimanê kurdî bikin û komîteyeke taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêk bînin ,Wazîr got.
Serok Bafil  Celal Talabanî soz da me ku em bi pirsgirêkê re mijûl bibin
Rêvebira Yekîneya Çavdêriya Lêkolînên Kurdî li Kerkûkê Perwîn Fetih ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Dema Serok Bafil  Celal Talebanî serdana Kerkûkê kir, ligel Yekîtiya Mamostayan civiya û li wir jî me daxwaz ji wî kir ku kar li ser wê yekê bike. Hikûmeta nû piştgirîya xebatên Kurdî li Kerkûkê dike, ji ber ku ev mijar ji bo Kurdan li Kerkûkê gelek girîng e.
Û  got jî: Serok Bafil  Celal Talebanî guhdariya me kir û soz da me ku hemû hewlên xwe li gel  hikûmeta federal re bidin ji bo piştgiriya xwendina kurdî li Kerkûkê, û wî nehişt ku mamosteyên Kerkûkê bibin qurbaniyên nakokiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê. 
Kurdperwerî bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ye
Perwîn Feteh eşkere kir: Mamostayên xwendina Kurdî li navçeyên kurdî  ji hemû îmtiyazan bêpar in û xwendekarên me jî ji piraniya îmtiyazan bêpar in û hin caran em rastî gelek pirsgirêkan tên, bi taybetî dema ku nakokî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de zêde dibin.
Wê diyar kir: Em jî di dema wergirtina mûçeyên xwe de rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin, lewra em hêvîdar in ku rêkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hikûmeta federal re bi ser bikeve û pirsgirêka kurdnasiyê li navçeyên Kurdî dervayî Herema Kurdistanê  çareser bike, ji ber ku ev yek hêvî û baweriyê vedigerîne ji xwendekarên kurdnasiyê re.
Ji bo xizmetkirina welatiyan gaveke girîng
Cîgira duyem a lijneya perwerdeyê ya parlamentoya Êraqê Sebah Şêx Hebîb ji PUKmedia`yê re ragihand ku veguhestina mamostayên kurdî ya  xwendina li Kerkûkê karê sereke yê şanda YNKê li Bexdayê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî ye: Çareserkirina pirsa kurdnasiyê karê sereke yê şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku bi serokatiya birêz Bafil  Celal Talebanî serdana Bexdayê kiribû û ev jî xizmeteke mezin e bo xelkê wan navçeyan e.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li gel hikûmeta federal razî bû ku mûçeyê mamostayên xwendina Kurdî ji bo karmendên wezareta perwerdeyê  ji Kurdistanê bo  hikûmeta federal were veguheztin û biryar hat dayîn ku ev mijar di nava bernameya karê hikûmetê de were danîn da ku mûçeyên mamostayên kurdî yên li navçeyên  derveyî Herêma Kurdistanê ji bo karmendên Wezareta Perwerdeya Federal bên veguhestin.
Hewldanên bloka Yekîtiya Niştîmanî ji bo çareserkirina pirsgirêka zêdetirî 7 hezar mamosteyan
Sebah Şêx Hebîb  amaje bi wê yekê jî kir, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nameyek fermî ji Serokatiya Parlamentoyê re şandiye da ku bûdceya pêwîst ji bo serxistina vê biryarê dabîn bike û emê li ser hewlên xwe yên ji bo cîbicîkirina vê biryara girîng berdewam bin.
Got jî: Hejmara mamostayên ser bi xwendina Kurdî li deverên nakok, zêdetir ji 7 hezar mamostayan e, ew mûçeyên xwe ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigirin lê bi îdarî ser Hikûmeta Federal in. Pirsgirêkên mezin ji wan re derdixe û bi hewlên Serok Bafil Celal Talebanî dê ev pirsgirêk bi rêya hikûmeta nû were çareser kirin, mûçeyên wan jî ji bo karmendên Wezareta Perwerdeya Federalî were şandin.
PUKMEDYA TAYBETÎ

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket