Hevgirtin ji bo piştgirîkirina hikûmetê di cîbicîkirina bernameyan de

Êraq 02:26 PM - 2022-11-23
Serokkomar li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih civiya

Serokkomar li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih civiya

Birêz Serokkomar  Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro Çarşeme li Koşka Bexdayê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Fetih birêz Hadî El-Amirî kir.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste kar û xebat ji bo piştgiriya hikûmetê di cîbicîkirina bernameya xwe ya ji bo başikirina rewşa jiyanê û xizmetguzariya welatiyan were yek kirin.
Di hevdîtinê de rewşa emnî û siyasî ya welat jî hat gotûbêjkirin û têkez li ser giringiya yekxistina nêrîn û hemahengiya berdewam û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha diyalog û jihevtêgihiştinê bi awayekî ku ewlehî û aramiya Êraqê bê parastin hat kirin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket