Hikûmet cudahiyê di navbera parêzgehan de dike

Kurdistan 02:09 PM - 2022-11-23

Parlamenterekî Yekîtiya Niştimaî ya Kurdistanê tekez kir ku hikûmet cudahiyê di navbera navçeyên Herêma Kurdistanê de bi taybetî di warê xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyên welatiyan de dide.

Parêzgehên  Silêmanî û Helebce bêpar in ji dahatên hikûmetê

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamena Kurdistanê Balambo Mihemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistanê cudahiyê di navbera navçeyên Herêma Kurdistanê de dike û parêzgehên Silêmanî û Helebce bêpar dike di rêjeya cîbicîkirina projeyan de û berovajî vê yekê tenê li parêzgehên Dihok û Hewlêrê projeyan cîbicî dike.
Got jî: Hikûmet siyaseta duqolî dişopîne û tenê bi hijmarî bi parêzgehên Silêmanî û Helebce re mijûl dibe, ew pereyên ku ji bo projeyan hatine terxankirin bi rastî nînin, tenê bi jimare.
Got jî: Kes nizane rojane çendîn neft tê firotin û dahata wê bi kû ve diçe, çawa di nav parêzgehan de tê dabeş kirin û her projeyek ku li parêzgeha Silêmaniyê tê cîbicîkirin ji dahatên parêzgehê tê û ne ji dahatên hikûmetê tê. Hikûmet naxwaze bûdceyê ji parlamenê re bişîne da ku eşkere nebe, rêjeya dahatê  û ew pere bi ku ve diçin?
Got jî: Çima pirojeyên xizmetguzarî li parêzgeha Silêmaniyê nayên cîbicîkirin, wek ku li Hewlêr û Dihokê tên cîbicîkirin, gelo ev navçe ne girêdayî Herêma Kurdistanê ye, yan jî hikûmet parêzgehên Dihok û Hewlêrê tenê li Herêma Kurdistanê dihesibîne. Lê mixabin hikûmet Silêmanî û Helebceyê ji gelek tiştan bêpar dike.
Got jî: dahata  parêzgeha Silêmaniyê têrê nake û hikûmet behsa deriyên sînorî yên parêzgeha Silêmaniyê dike, lê kes nizane dahata  deriyên sînorî yên parêzgehên Hewlêr û Dihokê bi ku ve diçe. 
PUKMEDYA TAYBETÎ

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket