Qubad Talebanî: Xato Jiyan jineke tekoşera riya kurdeyetiyê ye

Kurdistan 12:52 PM - 2022-11-23

Qubad Talebanî pirsnameyek arasteya heval Ferîd Eseserd kir û têde hevxemiyê xwe nîşan da.
Ev jî naverokê wê peyamê ye:

Birayê berêzim kak Ferîd Eseserd Sekreterê Encûmena Serkirdeyetiya YNKê .
Pir bi dilgiranî me nûçeya koça dawî ya xato Jiyan Mihemed Elî hevserê teyî rêzdar bihîst.

Koçkirî hawrê û hevxebat û piştîvana dilsoz yê teyî rêzdare ku di qonaxên dijwar yê xebatê de bû, roleke wê ya girîng di perwerdekirina nifşekî coşdar û bi giyanekî nîştimanperwerî û erkekî giran li ser milê wê bû wek jineke tekoşerê riya kurdeyetiyê.

Bi vê boneya diltezîn, ji dil em pirse û serxweşiyê arasteya we û hemû malbat û endamên malbata we ên serbilind dikin û em xwe bi hevbeşê xema we dizanin.
Ji Xwedayê mezin xwezyarin ku koçkirî di beheşta xwe de şad bike û sebirê bibexşîne we hemûyan.
Em yê Xwedêne û emê lê vegerin
Qubad Talebanî

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket