}

YNKê aramiya navçeyên Kurdistanî dike dosyaya çareseriyê

Kurdistan 10:06 AM - 2022-11-23
Pêşmerge û artêşa Êraqê

Pêşmerge û artêşa Êraqê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê aramiya navçeyên Kurdistanî dike dosyaya çareseriyê.

Serdana serok Bafil ji bo çareseriyê ye

Hewlên serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî ji bo çaraserkirin û dirustkirina hemahengiyeke bêhtir di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê de ku ji bo peydakirina aramî û asayîşê û parastina welatiyan û bi taybetî navçeyên Kurdistanî ên li dervayî desthilata Herêma Kurdistanê dirêjahî heye.

Di serdana vê carê yê serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî de ku li Bexdadê gelek hevdîtinên girîng û çareser encamdan, yek ji wan ew bû ku çawaniya rubirubûna terorê û parastina ewlehiya navçeyên nakokdar û hemehengiya di navbera pêşmergê Kurdistan û artêşa Êraqê bû.

Hemahengî serbazî pêwîstiyeke mezine

Terorîstên DAIŞê sûd ji wê buşantiyê dikin ku di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê de hemahengî tune ye û ji ber wê jî, niha hewil tê dayîn ku ew hemahengiya bê saz kirin û bihêztir be.
Di wê barê de, parlementerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê di Encûmena Nûneran ê Êraqê de Kerîm Şikur ji PUKMEIDA`yê re ragihand: Hemahengî û arîkariya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê de gelek girînge tako ew buşantiya ku heye bê dagirtin û bi taybet di navçeyên Kurdistanî ku li dervayî desthilata Herêma Kuridstanê mane.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, parlemanterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê di Encûmena Nûneran ê Êraqê de Kerîm Şukir aşkire kir ku di şevên berê de, hêişekî terorîstî dijî artêşa Êraqê di sînorên parêzgeha Kerkûkê de pêkhatin, ev jî pêwîstî bi hemahengî û harîkariya bêhtir tê xwestin ku di wan navçeyan de buşantiyeke ewlehiyê hatiye saz kirin, niha derfeta harî başe ku alîkariya ewelhiyê û serbazî bi hev re bê kirin tako ew cihên buş bêne tijikirin.

YNKê parastina welatiyan dixwaze

Pêşmerge û artêşa Êraqê 2 lîwayên hevbeş saz dikin tako bêhtir li navçeyên Kurdistanî hemahengî û alîkarî di navbera herdu aliyan de li navçeyên Kurdistanî bê kirin.

Parlementerê YNKê di Encûmena Nûneran ê Êraqê de dibêje; Hewilên pêşkanîna 2 lîwayên parastina ewlehiya navçeyên Kurdistanî berdewame û pêkanîna lîwayên hevbeş ên pêşmerge û artêşa Êraqê, wê roleke girîng ji bo parastina ewlehiya navçeyên ku li dervayî desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê  dibîne.

Kerîm Şukir amaje bi wê yekê kir ku freksyona YNKê li rewangeha hestkirin bi berpirsyartiyê li hemberî welatiyan, kar ji bo hemahengî û arîkarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê de dike.
Di dirêjahiya axftina xwe de dibêje: Welatiyên navçeyên Kurdistanî ên li dervayî desthilata Herêma Kurdistan ne wek Kerkûk, Xaneqîn, Xormato, Dubiz ku li ser hêla germin û pêwîste werin parastin û ji terorîatan biparêzin.

 Pêngavên girîng bo ewlekariyê

Tekez li ser hemahengiya bêhtir di navbera hêzên pêşmergê Kurdistan û artêşa Êraqêde hat kirin tako aramî bêhtir bête kirin.

Di wê barê de, parlementerê dewleta yasa di encûmena nûneran ê Êraqê de Mihemed Seyhûd ji PUKMEDIA`Yê ragihand: Hemahengî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê de, karekî gelek pêwîst û girînge û bi bê sîstema ewehî û berevanî li hemberî terorîstan kar bi sernakeve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket