Serokkomar li ser bûyerên Silêmanî û Dihokê hate deng

Êraq 07:05 PM - 2022-11-22
Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd

Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd

Ji ber du bûyerên bi êş ku di çend rojên borî de li bajarên Silêmanî û Dihokê qewimîn, sersaxî ji cenabê Serokkomarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd hat  ku di twîteke xwe de li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê belav kir got: “Bi dilgiraniyekî  mezin me bûyerên bi êş ên piştî teqîna gazê li Dihok û Silêmaniyê şopand, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê. "

Tedbîr bê girtin bo dubare nebûna kerasetê

Serokkomar got, "Em tekezî li ser pêwîstiya rayedarên pêwendîdar dikin ku lêkolînek berfireh bikin, tedbîrên ewlehiyê bihêztir bikin, û hemî tedbîrên pêwîst bigirin ji bo rêgirtin li dûbarebûna bûyerên ku qewimîn."
Şeva borî 21/11 li Dihokê teqîna tankeke gazê çêbû û di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan  û 33 kes jî birîndar bûn.
Êvariya roja pêncşema borî 17/11/17ê teqîna sîstema gazê bû sedema rûxandina xaniyekî sê qatî li bajarê Silêmaniyê û di encamê de 15 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket