}

YNK ê STOP ji Birêvebiriya çewt re dike

Kurdistan 06:12 PM - 2022-11-22

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi eşkere neheqiyê li dabeşkirina dahat û bûdceya projeyan dike.YNKê  bi eşkere hewl dide vê sêwaya birêvebiriyê biguhere ku zor ji aliyên Kurdistanê pişgiriye dikin û  ev rastî jî bo  nûnerên welatan li  Êraq û Herêma Kurdistanê re ragihandiye.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Serok Mam Celal li Bexdayê bi Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowski re civiya.
Di civînê de behsa hewl û pêngavên hikûmetê ji bo serxistina proseya çaksaziyê hat kirin û tekez li ser piştgiriya  aliyan ji  bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê hat kirin.

Serok Bafil Cihanê agahdar dike ji zulma dijî  Silêmaniyê
Serok Bafil balkişand li ser yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmeta nû û ragihand ku xizmetguzarî û cîbicîkirina yasayê yek ji karên herî girîng ên hikûmetê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye.
Ezmûna hukimdariyê û nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû, Serok Bafil bi eşkere helwesta YNKê û rewşa nebaş a welatiyên parêzgehên Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê rave kir ku xizmetguzarî di asta herî nizim  de ye  û welatî hest bi siza dikin. 
Hikûmet li dijî Silêmaniyê planan dike.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Miqdad Şêx Behadîn ji  PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ragihand; “Ev kabîne di warê rêveberî û dewletbûnê de bêberpirsiyar e û bi zihniyeta hizbî û eşîrî bi parêzgehên Kurdistanê re hevrikiyê dike û heta kar ji bo cudakirina eşîrekê ji ê din dike.
Ji bo vê rewşa  aloz ku YNKê qet qebûl nake û biryar da ku welatiyên parêzgeha Silêmaniyê û navçeyên din bi vî awayî nehêle,Got jî: YNKê gelek caran berdêla vê desthilatdariya nehevseng daye û aştî hilbijartiye û li xwe mikur hatiye, lê niha ew xema  gihiştiye lûtkeyê û YNK  ji dîktatoriya xirab re stop dike.
Herwiha got: "Ti aliyekî din li Herêma Kurdistanê bi qasî YNKê nekariye ji bo Kurdistanê şer bike û xwîn birijîne. Mafê wê ye ku rê li rêveberiya xirab bigire û bêyî cudahî hikûmetê vegerîne ser rêya xizmetguzariyê."
Tava YNKê di tariyê de nayê girtin
Kesî nekariye tava ronî ya YNKê bigire û YNK li Herêma Kurdistanê, Êraq û herêmê pêşde diçe.Herwiha got: YNKê xwediyê serkirdeyekî karîzmatîk wek Serok Mam Celal e û pêşeroja wê li herêmê pêş dikeve.
Lewazbûna Yekîtiyê xeyal e
Endamê Serkirdayetiya YNKê Hacî Mesîfî ji PUKMEDIA re ragihand: “Pêwendiyên YNK û PDKê di dema borî de bilindbûn û daketinan dîtine, lê divê em li şûna çek û gulleyan zimanê diyalogê bi hev re bikar bînin.”
 Hacî Mesîfî got: “Her kesê ku hizra lawazkirin û belavkirina YNKê bike, xeyalekî xewne û divê bi wê xeyalê bijî.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket