Serokkomar gel Serokê Herema Kurdistanê rewşa Welat gotûbêj kir

Kurdistan 03:59 PM - 2022-11-22
Civîna Serokkomarê Êraqê û Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê

Civîna Serokkomarê Êraqê û Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê

Îro sêşeme li Koşka Bexdayê birêz Serokkomarê Êraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel kir.

Rewşa penaberan Dijware li kampan
Di destpêka civînê de behsa rewşa dijwara jiyana penaberan di kampan de hate kirin û tekezî li ser pêwîstiya karekî hevbeş hate kirin ji bo baştirkirina vê  rewşa û her wiha  hewlên hevbeş bo dabîn kirina pêdiviyan , vegera ewle û aram a hemû penaberan bo mal û bajarên xwe mijara din ya hevdîtinê bû.
Her wiha pêşhatên di warê ewlehî, siyasî û aborî de hatin gotûbêjkirin û piştgirî dan pêngavên hikûmeta federal ji bo cîbicîkirina bernameya xwe ya ku bi armanca cîbicîkirina pêwîstiyên welatiyan ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyê ye.
Rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş gel Welatê ciran
Di vê çarçoveyê de behsa peywendiyên li gel welatên cîran hate kirin ku pêwîste li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş werin avakirin û tekez li ser hewlên hevbeş bo parastina aramî û serweriya Êraqê hate kirin.
Di derbarê hewldanên rûbirûbûna terorîstan û rûbirûbûna çeteyên DAIŞ`ê de, tekezî li ser giringiya hemahengî û hevkariya hevbeş di navbera hemû hêzên ewlehiyê de hate kirin, ji bo jinavbirina navendên terorê û zuwakirina jêderên wê bi awayekî ku jiyana welatiyan ,mal ,milkên û mafên wan biparêze. 
Pêwîstiya guftûgoyên avaker navbera Hewlêr û Begdaye
Di derbarê dosyayên nelihevkirî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de, cenabê Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd û Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêwîstiya guftûgoyên avaker û bilezkirina li ser pesendkirina rêkeftinê kirin, qanûnên li parlamena Êraqê, û gihandina çareseriyan li gor destûr û yasayê ku dadperweriya civakî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên gel de pêk bîne û pêdiviyên wan dabîn bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket