Serokkomar Em Şehîdên YNK bi serfirazî bi bîr tînin

Êraq 05:07 PM - 2022-11-21
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd

Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd

Serokkomar Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd bi boneya roja şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Em roja şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi bîr tînin, em bi rêz û hurmetê ber bîrhanîna wan radibin, şehîdên ku bi fedekarî û têkoşîna xwe rêya serbilindî û rûmetê ronî kirin."

Teksta daxuyaniya Serokomar wiha ye:
Peyama serokkomarê Êraq bi boneya Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê
Di roja şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, bîranîna tekoşîn û qurbanîdana serwerî.
Em rêz û hurmetê ji Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re dikin ku canê xwe feda kirine ji bo dabînkirina azadî û demokrasiyê bi pêşengiya Serok Mam Celal û komek şervan ,di sala 1976’an de di demeke bêhêvîtiyê de vejîna şoreşa gelê me Azadî bi dest xistin li Kurdistanê.
Li vir em bejna xwe li hember şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tînin xarê.
Şehîdên ku bi têkoşîn û fedekariya xwe rêya serbilindiyê ronî kirin.
Wî got ku YNK projeya avakirina Iraqeke demokratîk û federal pêşxist.
Divê rêz li mafên mirovan û hemwelatiya resen bê girtin.Em hêvî dikin ku ev bûyer bibe platformek ji bo yekîtî û ji holê rakirina nakokiyên di navbera partiyên siyasî de,Herêma Kurdistanê bi taybetî û Êraq bi giştî ji bo avakirina dewleteke sivîl û demokratîk,Federalî, rêzgirtina li saziyên destûrî, serweriya yasa û geşepêdana aborî.
Jiyanek bextewar ji bo welatiyan bi giştî.
Nemir û serbilindî ji bo şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hemû şehîdên Êraqê.
Ebdulletîf Cemal Reşîd
Serokkomarê Êraqê
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket