Hunermend rola avaker di erkê mirovî yê bilind de dilîze

Êraq 11:46 PM - 2022-11-20

Birêz Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro Yekşeme li Koşka Selam li Bexdayê pêşwaziya Serokê Sendîkaya Hunermendên Êraqî birêz Cebbar Cûdî û Cîgirê -seroka Sendîkaya Hunermendan Xanim Asya Kemal kir.
Di destpêka hevdîtinê de Cebbar Cûdî û cîgira wî pîrozbahî pêşkêşî Serokkomar kirin bi helkefta bijartina wî wek Serokkomarê Êraqê  û hêviya serkeftinê di erk û karên wî de xwestin û Serok jî spasî û pêzanînên xwe ji bo pîrozbahiyên xweş derbirî.

Piştgiriya  hunermendan di warên curbicur de

Di hevdîtinê de Serok guh da ronîkirina rastiya tevgera hunerî li welat û pirsgirêkên  ku pê re rû bi rû ne. Rêzdar balkişand li ser wê yekê ku pêwîste hunermend berdewam be di leyîstina rola xwe ya avaker di cîbicîkirina erkê xwe yê mirovî yê bilind de ku pêdiviya Welat pê heye û amaje bi pêwîstiya piştgiriya  hunermendan di warên curbicur de kir da ku karibin erka xwe ya li hember civak û welat bi cih bînin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket