Serok Bafil ji Serokê Ezim re: Destûr bingeha karê hikûmetê ye

Êraq 09:45 PM - 2022-11-20
Serokê YNKê Bafil Talebanî  û serokê Ezim, Musana Samerayî

Serokê YNKê Bafil Talebanî û serokê Ezim, Musana Samerayî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Serok Mam Celal li Bexdayê bi serokê hevpeymaniya Ezim, Musana Samerayî re civiya.
Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yên siyasî û yekxistina hewlên ji bo aramiya siyasî li welat hate gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser pişgiriya aliyan ji bo cîbicîkirina bernameyên hikûmetê, xizmetguzariyên zêdetir û çareserkirina pirsgirêkan kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo pêşeroja welat û parastina aramiya navçeyê  û got: hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê,her wiha erkê hikûmetê ye ku destûrê bike bingeh ji bo xebata parastina mafên hemû pêkhatên Êraqê.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket