Serokkomar û Serokê Parlamentoyê piştgîriya hikûmetê dikin

Êraq 10:54 PM - 2022-11-18
Serokkomar û Serokê Parlamentoyê

Serokkomar û Serokê Parlamentoyê

Serokkomarê Êraqê EbdûLetîf Cemal Reşîd îro Înê li Koşka Selam a Bexdayê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Êraqê Mihemed Helbûsî kir.
 Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya welat û giringiya hikûmetê nû ya dest bi kar bûye û cîbicîkirina bernameya wê ya xizmetguzariyê gotûbêj kirin û piştevaniya xwe ji hikûmetê û bernameya wê ya ji bo cîbicîkirina daxwazên Êraqiyan dûpat kirin.
 Her wiha li ser çend yasayên daliqandî gotûbêj kirin û tekezî li ser giringiya danîna nexşerêyek ji bo pesendkirina wan kirin.
 Di vê çarçovê de, herdu aliyan behsa çalakî û diyalogên serokatî û parlementoyê yên di derbarê yasayan de kirin û pêwîstiya amadebûna Serokkomar ji bo gotûbêjên derbarê derxistina yasayan girîng hate nirxandin.
 Her du alî li ser giringiya lidarxistina civînên her sê serokatiyan ji bo gotûbêjkirina pêşhatan û çûna ber bi pêkanîna wan hevdeng bûn.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket