Pêşmergeyê Kurdistan bû bi serokê Êraqê

Kurdistan 05:42 PM - 2022-10-01
Serok Mam Celal ji pêşmergeyetiya Kuridstan bo serokkomartiya Êraqê

Serok Mam Celal ji pêşmergeyetiya Kuridstan bo serokkomartiya Êraqê

Ji ser çiyên Kurdistan ber bi paytexta Êraqê ve
Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka serokkomariya Êraqa federalê ku bi nasnameya xwe ya neteweyî û şoreşgerî wek yekemîn serokkomarê Êraqê ku bi hilbijartinan posta serokkomariya Êraqê bi dest bixe. Wek hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û navneteweyî amaje bi rastiyên jiyannameya rewanşad Mam Celal dikin ku ew rêberekî ji bo gelê xwe tevahiya jiyana xwe texan kiribû. Mam Celal di kar û xebatên xwe de, ti carî binkevtin ji xwe re nekiribû asteng, ji ber ku ew her dem bi umêd û bawer bû ku di encamê de, wê her bi ser keve.
Di encamê de jî, wek hemû dunya dît û agahadar bû, ew ji xebata ser çiyayên Kurdistanê, bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û pêşmergeyetî derbasî koşka serokkomariya Êraqê bû ku di dema xwe e biryara bidarvekirinê li ser hatbû dayîn.
Pêşmerge û xebatkarê dêrîn ê gelê kurdî û Kurdistanê, rewanşad Mam Celal di hemû jiyana xwe de, ti carî têgeha binkevtinê nasne dikir, her dem di hewildanên girîng û bê wêne de bû tako ew dest bi serkevtinên dîrokî bike û di xizmeta doza gelê kurd de terxan bike. Mam Celal yekemîn siyasetvanê kurd bû ku peywendiyên gelê kurd ligel aliyên navneteweyî bihêz bike û rewabûnê tê de tomar bike ye.

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li ser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi Remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya Êraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke. Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rîjîma be`es guhert û ew raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Be`esê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.
Rêberê şoreşa gelê kurdî yê rasteqîne ya nû, sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serokê nemir Mam Celal, weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat. Ev yek wek pêngaveke dîrokî bû jib o parastina destkevtên gelê kurd li Başûrê Kurdistan û beşên din ên Kurdistanê. Mam Celal yekemîn serokkomarê Êraqê yê ku hatibû hilbijartin Di 6`ê Nîsana sala 2005`an de, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, bi piraniya dengên endaman di hilbijartinekî demokrasî de ku di dîroka Êraqê de yekem proseya bi wî awayî destpêkiribû, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate hilbijartin û her weha Serok Talebanî wek yekem kesayetiyê Kurd postê Serokomariya Êraqê wergirt.
Roja 6/4/2013`an, heşt sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe. Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê de, komeleya niştimanî a Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşan kirin.
Serok Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin. Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser posta serokkomariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin. Di wê bonê de Serokomarê Êraqê Serok Talebanî, di gotina xwe razîbûna xwe dupat kir ku desteya serokayetiyê hewlên xwe bixin gerê jibo ku her tim cihê wê baweriyê de bin û li gor vîna gel û bi cidî û başî û dilsozî li gel serokayetiya encûmena niştimanî û encûmena wezîran de bo anîna desthilatekî demokratîk ku azadiyan û mafên taybet û giştî yên mirov bo gel dabîn bikin beşdar bibin. 27 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd *Bi nasnameya xwe a şoreşgerî û Kurdistanî bû salarê Êraqê Roja fermîbûna doza kurdî Roja 6-4-2005 roja bi fermîkirina doza rewa ya gelî kurd bû. Ji xebatên çiyayên Kurdistanê bo xebatên serokkomarê Êraqê tev bi erk û tekoşîneke bê sînor. Roja 6-4-2005 Roja Bi Fermîkirina Doza Rewa Ya Gelî Kurd Bû...Serok Mam Celal Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar Di rojeke mîna îro de, ango di roja 6-4- 2005`an de, rojek bû ku tê de nasnameya şoreşgerekî Kurde ji çiyaên Kurdistnê, bo nav hola koçka kongiryan li bajarê Bexdadê ya paytexta Êraqê hat hilbijartin û wek serokkomarê wî welatî hat hilbijartin. Roja 6-4-`an, roja derxistina nasnameya rasteqîne ya şoreşvantiya çiyayên Kurdistanê, di nav saziyeke mezin û kara û fermî, wek parlemana welatekî ku herdem dijminê mezin yê Kurdan bû, herdem fermana şehîdkirin û enfalkirina kurd dida ku wek em tev dizanin ku 8000 kurd ji devera Barzanê û 182000 Kurd li navçeyên derdora Silêmaniyê Germiyan Qeredaxê dabû ku tev jinavbirin.. Ferman li ser ferma li dijî gelê kurd hebûn, fermana qirkirina bi komî derdiket û gelê kurd bi zindî berçal dikirin û didan şehîdkirin û Enfalkirina 8000 welatiyên Kurd li navçeya Barzan li derdora Duhokê ku piraniya wan jin û zarok û pîr û kal bûn, her weha fermana qirkirina Helebçeyê ku 5000 welatiyên sivîl ên kurd ji pîr û kal û zarokan tev ji nav birin. Weko em hemû dizanin ku ew biryar û fermanên ji bo jinavbirina regeza Kurd li tevahiya Êraqê, ji hundir wê parlemanê dihatin der û di warên kirdarî de, ji aliyê fermandar û dîktetoran ve dihate bi cîkirin. Piştî ewqas sal ji siyaseta qirkirinê ku ji salên 1961`an ve dest bi fermandayîna qirkirinê li dijî gelê Kurd dabû, lê kesayetiya wek cenabî serok Mam Celal dikarî wê şûnê bike cihê derxistina fermanên aştî û aramî û pejirandina federaliyetê ji bo Herêma Kurdistan ê ta nifşên nû û yên pêşerojê bi azadî bijîn. Roja 6-5-2005 tê wê wateyê ku vîna azad yê gelê Kurd li tevahiya aliyên Kurdistanê bi serket . Serketina serok Mam Celal serketina rewabûna doza me li her çar aliyên Kurdistanê bû . Ji ber wê yekê, pêşniyara min ji tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanî û ji rewşenbîr û nivîskar û hunemend û çavdêrên siyasî yên Kurd re, nirxekî taybet bidin vê rojê . Ji ber ku nirxdayîna ji vê rojê re, nirxdayîna ji serkeftin û rewabûna rastiya doza me yê gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê ye. Nirxdayîna ji tekoşîn û xebata dîrokî ya gelê me li her çar aliyên Kurdistanê ye. Û parastina destkeftên ku gelê me li her cihekê ku bi dest dixistî ye. Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê Êraqê û bi awayekî demokratîk, di dîroka Êraqê de, yekemîn seroke ku bi riya hilbijartinê dibe bi serokkomar. Ev bi serê xwe serkevtineke dîrokî ye ji gelê Êraqê bi giştî re û ji gelê Kurd re bi taybetî re.

Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomar ê welatekî weke Êraqê ku ewende li dijî regez û nasnameya gelê Kurd bû, ne tiştekî esane. Raste ew pêngav bi hevkariya Amerîka û welatên Ewropayê bû, lê xwedî rola siyaseta kurdî jî her Mam Celal bû. Ji ber ku pêngaveke gelek mezin û bi encama berxwedanî û berevaniya gelê Kurd di dîroka tekoşîna xwe li dijî dîktetoriyeta rêjîma Be`es ya rûxayî bi fermandartiya xwînvexwer dîktetor Sedam Hisên bû.
Hilbijartina Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, serkeftineke bi ser tevahiya reng û curên stem û binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî mafên gelê Kurd e. Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, hilbijartina rastiya kesayetiya demokrasîxwaz û aştîxwaz û mafdarê Kurdî ye . Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, bi serketina maf û dad û wekhevî û azadî û bîrûraya azad hem li Êraq û hem li Kurdistan ê ye. Her weha di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, xwediyê helwesta neteweyî bûn û niha jî dirêjpêderin li ser wê rêbazê ye.
 Di helwesta serok Mam Celal û YNK`ê yê derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê de, em xweşdilin ku heya niha alîkare û çi hatiye xwestin ji erkên xwe li hemberî penaberan bicî aniye. Ji ber wê jî em destxweşiyê li helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin ku wek tê xweyakirin ku heman helwesta rewanşad Mam Celal e ku ewqas nêzîkî kurdên Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber wê jî her tim piştevaniya têkoşîna demokrasiyê li Kurdistana Rojava kiriye, û bi Mam Celal herdem alîgiriya vîn û serwerî û biryara sîyasî ya yekgirtî yê li Rojavayê Kurdistanê dikir. Her weha ji bo rizgarkirina Kobanê ji destên çeteyên DAIŞê, serok Mam Celal û YNKê xwedî roleke dîrokî û pir girîng in ku di rewşeke pir awerte de, dikarîn bawerî bi Amerîkayê bikin tako bi riya firokeyan çek û teqemenî bişînin ji YPG-YPJê re û tirezuya şer yekser guhertin bi wê alîkariya ku Mam Celal şandiye re. Ji bo wê jî careke din em Em wek (Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê silav li giyanpakiya serok Mam Celal be, wek em tev dizanin ku Mam Celal ji bo piraniya gelê kurd wek sembola netewî ya kurd e, dîsan em sekevtin û serfirazî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd re dixwazin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket