Panorameya Şengalê di PUKmedia`yê de

Kurdistan 05:43 PM - 2022-08-04

Roja 3-8-2022, 8` mîn salvegera komkujiya Şengalê bû, ku li dijî kurdên me yên Êzidî pêkhatibû.
Di sala 3/8/2014´an de li dvera Şengalê, komkujiyeke bê wêne li dijî kurdên Êzîdî li pêş çavên tev cîhanê pêkhat, lê mixabin ti deng û helwestên wan welatênpeywendîdar nehat holê û xwe kerkirin û ji wudarna nekirin.
Her weha berê  jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wiha  şirove kiribû,  (Êzîdî pêkhateyek resen ên gelê Kurdistanê ne, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û ji bo Êzîdî mafên xwe bi destbixin, êş û azarên wan bêne bidawî kirin û jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhate û olan de bi xebateke berdewam bête avakirin, dupat li ser piştevaniya bi Êzîdiyan re dike, Em we dilniya dikin ku Şengal û hemû deverên xûşk û birayên Êzîdî, dê ji terorîstên DAIŞ bêne paqijkirin û dê ew rastî sizaya ku heq dikin bên. )

Serok Talebanî: Em piştgiriya her planekê dikin ku bibe sedema vejîn û aramiya Şingalê
Roja Çarşemê di heştemîn salvegera jînosayda êzîdiyan de, Serok Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piştgîrî û piştevaniya her pêngavekê dike ku bibe sedema vejandin û aramkirina Şingalê û vegera niştecihên wê.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Di heştemîn salvegera dagirkirina Şengalê û tunekirina xwişk û birayên me yên Êzidî de, em serê xwe li ber şehîdan ditewînin û bi rêzdarî bîranîna qurbaniyên wê karesata nayê jibîrkirin bi bîr tînin.
Îro heşt sal di ser wê karesata mezin re derbas bûne û hê jî diyardeyên jiyanê ji Şingalê re xuya nakin. Şengal bûye qurbanê nakokiyên siyasî û hewlên vegera niştecihên wê û dermankirina birînên wan lawaz in. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegerandina hêviyê li xuşk û birayên me yên êzîdî, erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê ye ku gavên cidî û bi bandor bavêjin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi her awayî piştgîrî û piştevaniya her pêngavekê dike ku bibe sedema vejandin û aramiya Şingalê û vegera niştecihên wê û pênasekirina vî sûcê mezin wek jênosayd em ê bibin piştgirî.
Silav li şehîdên şengal û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

YNKê pêwîste karên cedî ji bo avakirin Şengalê û vegera koçberan bê kirin
Politburoya YNKê bi boneya salvegera 8`mîn ya komkujiya Şengalê serê rêz û pêzanînê li ber wan qurbaniya diçemîne û peyameke taybet weşand.
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
Di bîranîna salroja karesata jenosîda kurdên Êzdî û êrişên bo ser navçeya Şengalê de, em bejna xwe ji bo qurbaniyên wê diçemînin ku heşt sal beriya niha ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû kirin.
Di vê bîranîna karesata hovane de, li gel rizgarkirina wan navçeyên hanê ji stem û zordariya çekdarên DAIŞê, beşek ji wan kesên bi dîl û wek kenîzek hatibûn revandin hatine rizgarkirin û azadkirin.
Hewl û bizavên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo wê yekê ye, hewlên hemû aliyan bi hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û aliyên Kurdistanî û Êraqiyan xurtir bikin, ji bo dîtin û soraxî wan kesên ku ji dema rûdana karesatê û vir ve aqûbeta wan ne diyare.
Herwiha, kar û hewilên cedî bê kirin bi armanca zêdetir avakirina gund û bajarok û cîhên niştecîbûnê yên Êzdiyan û rizgarkirina wan ji jiyana kamp û awareyî û bikaranîna wan wek kartê siyasî ji bo armancên cûrbicûr.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dixwaze jiyaneke asûde û aram ji bo wan berdest bike, kar û desthilata hêja li dezgehên rêveberiyê de bi wan bê dayîn, da ku birîn û êşa dem û rojên karesata bi serê wan de hatiye sarêj bibe.
Erkekî din ku li ser milê me hemûyane ewe ku hewlên parastina Êzdiyan û warên wan zêdetir bên xurtkirin, da ku ji her gef û êrişekî din ku bibe metirsî li ser jiyana wan bên parastin.
  Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  

Qubad Talebanî çilroia havînê ya Êzidiyan pîroz kir
Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya çilrojiya havînê yê kurdên Êzidî, germtirîn pîrozbahî li kurdên Êzidî kir.
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
Bi boneya hatina çilrojiya havînê yê kurdên me ên Êzidî, germtirîn pîrozbahiyên xwe li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û Êraq û cîhanê û mîrê Êzidiyan Baba Şêx û hemû peyayên ola Êzidiyan dikim û ji Xwedayê mêhreban daxwaz dikim ku rojiya we û cejna we pîroz û mubarek be.

Bi vê boneyapîroz, ku li gel karfeste Şengalê tê bi bîranîn, ji civaka navnetewî tê xwestin ku pêngavên mezin ji bo liv û naskirina çarenivîsa xwîşk û birayên Êzidî, her weha ji tevahiya aliyan tê xwestin ku tevger bikin taku bi zuhtirîn dem, avakirina Şengalê û vegerandina koçberan ji axa kal û bavan re û wan ji dijwariya kampan rizgar bikin û careke din çilrojiya havînê û cejinê li we pîroz be.
Qubad Talebanî
Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê

Emîn Baba Şêx: Daxwaza parastina pêkhatên Êzidî kir
Bi boneya salvegera 8mîn ya komkujiya Şengalê, Emîn Bab Şêx peyamek pêşkêş kir.
Ev jî naveroka wê ye:
Em îro bîranîna salvegera 8`mîn a qirkirina bi komî ya Êzidiyan bi bîrtînin ku li ser destên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê pêkhatibû, her weha bi hezaran welatiyên sivîl ji pêkhatên Êzidî yên ser bi navçeya Şengalê ku ser bi parêzgeha Neynewayê ne, di heyama dagîrkirina Şengalê de, di roja 3-8-2014`an de ew kareset li dijî pêkhatên Êzidî pêkhatibû.
Ji wê rojê û vir ve, pêkhatên Êzidî û pêkhatên din ên li navçeyê ji ber aloziya dosyeyên vegerandina koçberan û avakirin û rêvebirin û ewlehî û aramiya navçeyê ve dinalin.
Bi vê boneya xemgîn, em ji hikûmeta navendî ya federalê li Bexdadê û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, daxwaz dikin ku xwedî li qurbaniyan derkevin û qerebuyê ji wan re bikin û lêkolîn û lêgerîn û pişkinînê ji bo çarenivîsa mêr û jinên revandî ên Êzidî bikin.
Em ji herdu aliyan daxwaza hewildanên cedî dikin ji bo vegerandina koçberan û avakiirna Şengalê, û dûrxistina milmilaniyên leşkerî, û çareserkirna alozî û kêşeyên heyî bi riya siyaset û aştiyane, û pêkhatên Êzidî û doza wê ya rewa ji bo milmilaniyên ne mirovî û ne desturî bikar neyênin. Em ji civaka navnetewî jî daxwaz dikin ku bi pêkhatên Êzidî û pêkhatên din li Êraqê hevkar û piştîvan bin.
Emîn Baba Şêx
Endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê

Silêmanî: Salvegera 8 mîn ya komkujiya Şengalê birêve çû

Li bajarê Silêmaniyê bîranîna 8 mîn ya karesta komkujiya Şengalê birêve çû.
Bi amadebûna hejmarek ji serok û berpirs û nûnerên hizbî û hikûmî, merasîma destpêkirina çalakiyên derbarê şermezarkirina roja 3-8-2014`an birêve çû.
Her weha ew roj roja ku tê de çekdarên DAIŞê yên terorîst êrişî bo ser Şengalê kirin û bêhtir ji 6 hezar jin û mêr û zarok û kalên Êzidê revandin û hejmarek ji wan hîn jî ne diyar in.
Ew merasîma ku bi navnîşana (Birîna Şenga û Êzidiyan nakewê ji bilî bi avakirinê ku bi serpereştyarê Şahnaz Ibrahîm Ehmed serpereştyara navendên rêxistinên (Silêmanî, Çemçemal, Şarezûr, Germiyan û Raperînê) û Lîloz Ibrahîm Ehmed  hatibû lidar xistin.

Her weha di heman merasîmê de, berpirsê malbenda rêxistinên YNKêyê Şengalê û serokê lîjneya amadekar ê merasîmê Dawud Cindî gotarek pêşkêş kir û têde aşkire kir ku rewşa Şengaliyan li piştî dagîrkirinê gelek têkçû, her weha ber bi aloziyan ve çû, her çiqas YNKê xwedî role, lê ne hikûmeta Êraq û ne aliyên navnetewî, rolên xwe ên erkdar nabînin û rewşa Êzidiyan bi taybet gelek aloz e û spasiya Dede Hêro Xanê kir ku di dema dagîrkirina Şengalê de, gotineke watedar jê re anîbû ser ziman ku Êzidî wek dara beroyê ne, çiqas bişetin, çiqas bişkin û bên birîn, her şîn û kesk dibe û ti carî jinav naçin.
Her weha wênegerê navdar û bi tiwane Nasih Elî Xeyat jî derbarê wê karesetê nerîn û dîdên xwe anî ser ziman û du panel hatin li darxistin ku li ser çawaniya alîkarî û çareserkirina rewşa Êzidiyên Şengalê.

Qadir Xoranî: Destpêxeriya Şanaz Xanê bo 3-8 gelek girîng e
Di berrnameya Rojava de ku ji aliyê Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ve tê weşandin, komkujiya Şengalê hat şermezar kirin.
Di bernameya Rojava ya DGKê ku ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin, bi mîvandarî rêzdar Emîd Qadir Xoranî derbarê komkujiya Şengalê û çarenûsa revandiyên Êzidî li cem DAIŞê ku beşek wan di kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê de ne bi zelalî hat gotûbêj kirin.

Li Şengal hejamreke ciwanên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo rizgarkirina canê welatiyên sivîl ên Êzidî, canê xwe feda kiribûn

Bîranîna destana lehngên Şengalê
Di van rojan de, em bîranîna destana berxwedana Şengalê bi bîrtînin ku hejmarek ji mêrxwesên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê cane xwe fedeyê axa welat kirin û bi wê fedekariyê dikanîn civaka kurdên Êzidî ji terorê rizgar bikin.
Hejmarek ji pêşmergeyên lîwa 111 yên ser bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku jib o parastin û rizgarkirina xelkên me kurdên Êzidî li naverasta bajarê ŞENGALê, berevanî û BERXWEDAN kirin ta ko parastina jiyana xelkên sivîl bikin, û cane xwe feda kirin tako jiyana wan sivîlan biparêzin û ta ku gihîştin armancên xwe.
Ev rastî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û serok Mam Celal e ku ti carî muzeyede li ser doza me naye kirin û bi taybetî muzeyedeyên siyasî, bi vê rengî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê xizmeta xelkê Şengalê kirî û hemû kadroyên xwe wiha dikin ji ber ku li ser rêbaza serok Mam Celal in.
Waşîngton daxwaza pêkanîna Yasaya Rizgarkryên Êzidiyan dike

Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowski tekezî li ser pêbendbûna welatê xwe kir ku rê nedq rêxistina terorîst a DAIŞê careke din îdyolojiya xwe ferz bike û tekezî li ser cîbicîkirina Yasaya Rizgarkryên Êzdî kir.
Romanowski îro Çarşemê 3/8/2022, bi boneya heştemîn salvegera karesata Şingalê û jînosayda rêxistina terorîst a li dijî Êzidiyan di twêteke xwe de wiha got: “Îro em tevlî civaka êzîdî dibin ji bo bîranîna kesên winda, her wiha rizgarbûyên ji jînosayda li ser destên DAIŞ'ê, û got: "Em soza xwe nû dikin ji bo ku DAIŞ nikaribe careke din îdyolojiya xwe ya nefret ferz bike."
Romanowskî her wiha got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûyên êzîdî cîbicî bikin."

NY: Em berpirsyariya sûcên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan didomînin

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Êraqê (UNAMI) sozên xwe yên ji bo aştî û aramiya Êzidiyan û navçeya Şingalê nû kir.
Nûnertiyê di daxuyaniyekê de got bi boneya 8emîn salvegera karesata Şingalê, ku îro 3ê Tebaxê dikeve, ragihand ku "Heta niha bi hezaran êzîdî venegeriyane cem malbat û hezkiriyên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e û gelek kes ji wan hîn windane û hin jî êşa derûnî dikişînin piştî salên dîlgirtin, îşkence, destdirêjiya sêksî û danûstandina ne mirovî. gelek Êzidî ji warên xwe koçber bûne û ji ber aloziyên berdewam, malên bav û kalên wan ên li Şengalê ji aramiya bingehîn a ku ji bo jinûve avakirina jiyana xwe, bêyî tirs û xofê bêpar mane.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Divê bê diyarkirin ku berpirsyariya her kesî ye ku ji bo bidawîkirina rewşa Êzidiyan a niha bênavber bixebitin û ji bo pêşerojeke baştir ji bo gelê Şengalê derfetên peydakirina hemû hewlan bidin.
Ji ber wê jî divê rêkeftina Şingalê bi temamî bê derengxistin were cîbicîkirin. hebûşna aramiyê dê bihêle ku koçber di dawiyê de vegerin malên xwe, lezkirina xebatên nûavakirinê û baştirkirina peydakirina karûbarên giştî."
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, "Neteweyên Yekbûyî dê ji sûcên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan berpirsyariyê bimeşîne da ku edaletê ji hemû kesên ji van sûcên hovane re rû bi rû mane vegerîne,  Û em rêz li berxwedana Êzdiyan digrin ku tevî gelek kêşeyên ku hîna jî civak bi wan re rû bi rû ye, çand û mîrata xwe parastine,  digel hewlên jinavbirina çanda wan ji hêla DAÎŞê ve û berxwedana Êzdiyan em ê kesên ku hatine kuştin, birîndarkirin ne ji bîr nekin, divê ku lêgerîn li wan berdewam bikin heta ku ev beşa bi êş bi dawî bibe.”

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket