Li Êraqê 39 pêketên nû yên Kolêrayê tomar kirin

Tenduristî 01:34 PM - 2022-07-06

Roja Çarşemê, Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Federal tomarkirina 39 pêketiyên nû yên kolêrayê ragihand.

Endama tîma pizîşkî ya medyayî li Wezareta Tendirustiyê Dr.Rûba Felah Hesen ji PUKmedia`yê re ragihand: Amara herî dawî ya nexweşiya kolêra li Êraqê tomarkirina 39 haletên nû ye.
Wê got jî: Hejmara giştî ya tûşbûyên kolerayê 208 kes û du kes jî mirine, û daxwaz ji welatiyan kir ku rêz li rêwerzên tendirustî û pêşîlêgirtinê bigirin bo dabînkirina ewlehiyê, giringiyê bidin paqijiya kesane û berî û piştî xwarinê destên xwe bi sabûn û avê baş bişon.

Wê tekezî li ser giringiya rola dezgehên berpirs bi ewlekariya ava vexwarinê, xwarin, vexwrin û torên kanalîzasyonê kir.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket