Ji bo serokkomariyê Berhem Salih ê herî bi şanse

Êraq 05:53 PM - 2022-07-04

Ji bo serokkomariyê tê gotin ku Dr. Berhem Salih ê herî bi şanse ku wê postê bidest bîne.

Çavdêrekî siyuasî dibêje ku di nava namzetên ku xwe ji bo posta serokkomartiya Êraqê amade kirine, Dr. Berhem Salih kesê herî bi şanse û wê bikaribbe bi alîkariya Çarçoveya hemehengî dengan bi dest bixwe.

Di wê barê de, endamê encûmena nûneran ê Êraqê li ser lîsteya Çaçoveya hemehnegî Cewad Xezalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê di dema pêş de, serkirde Nûrî Malik wek namzetê Çarçoveya Hemehengî bo postê serok wezîran ê Êraqê were destnîşan kirin.

Di heman barê de jî,Xezalî aşkire kirku Çarçoveya Hemahengî wê di rûniştinên dema pêş ên encûmena nûneran de, amadekariyên xwe ji bo piştgiriya li namzetê YNKê Dr. Berhem Salih bikin û niha jî li ser wê mijarê di tevgerê de ne.

Di dawiya axiftina xwe de, aşkire kir ku Dr. Berhem Salih ji bo wergirtina posta serokkomariyê gelek bi şanse, ji ber ku wê ji aliyê Çarçoveya Hemehangî ve bête destek dayîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket