Qubad Talebanî Nexweşxaneya Gastroenterolojî û Kezebê vedike

Tenduristî 11:21 AM - 2022-07-03

Roja yekşemê Qubad Talebanî Cîgirê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên Gastroenterolojî û kezebê li bajarê Silêmaniyê vekir.

Di merasîma vekirinê de Wezîrê Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Silêmaniyê, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê û nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî amade bûn.
Ev nexweşxane yekem nexweşxane ye li Herêma Kurdistanê û ya duyem jî li Êraqê ye ku nexweşên bi nexweşiyên Gastroenterolojî û kezebê derman dike, ji ber ku nexweşxane hejmareke zêde ji alavên pizîşkî û pêdiviyên pizîşkî li xwe digire.
Ev nexweşxane dê xizmetên mezin pêşkêşî xelkê Silêmaniyê bi taybetî û xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî bike.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket