Dawod Cundî: Hikûmeta federal erka xwe li hember awareyên Şingalê pêk neanî

Kurdistan 04:44 PM - 2022-07-01

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta federal kar ji bo bidawîkirina azarên xelkê navçeya Şingalê bike.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Berpirsê Navenda Rêkxistinên Şingalê Dawud Cundî Şêx Kalo di daxuyaniyekê de ragihand: Em dilgiraniya xwe ya kûr li ser bûyera şewata ku li kampa Bacid Kendala ya penaberên Şingalê nîşan didin ku ji ber şewatê bandor li nêzîkî 50 malbatên aware kir.
Got jî: em di wê baweriyê de ne ku hikûmeta federal erkê xwe li hember dosyeya awareyên Şingalê û Kurdistanê bi başî pêk neaniye û çareseriya bilez ji bo kêmkirina bûyerên wiha pêşkêş dike.
Wî diyar kir: Di vê helkefta bi êş de, em bang li her kesî dikin ku bi cidî ji nû ve hizir bikin da ku vegerin warên xwe yên niştecihbûnê û bi hev re ji bo nûavakirina deverê kar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket