Qubad Talebanî: Palladino xwedî rola girîng di pêşxistina peywendiyên navbera Herêmê û Amerîkayê de ye

Kurdistan 01:43 PM - 2022-07-01

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîhatina kar û xebatên wî pêşwaziya Robert Palladino Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir .

Qubad Talebanî di wşanekê de li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand: Robert Palladino di dema karkirina Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê de, roleke girîng di pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hebû, wî hez ji Kurdistanê dikir ,têkiliyên berdewam bi beş û pêkhateyên cuda re baş bû.
Got jî: Bi boneya bidawîhatina karê wî li Herêma Kurdistanê, min ji bo xatirxwestinê li gel wî civiya û min diyariyek hêja, pirtûkek li ser dîroka Kurdistanê pêşkêşî wî kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest. û ez bawer im di her helwestekê de hertim Kurdistanê bi bîr bîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket