Lavrov: Perdeya hesinî ya di navbera Rûsya û Rojava de tê girtin

Cîhan 11:16 AM - 2022-07-01

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku di navbera Rûsya û welatên Rojava de “perdeya hesinî” ya nû dest bi girtinê kiriye û Mosko ji niha û pê ve baweriya xwe bi Washington û Brukselê nake.

Lavrov her wiha got: Divê rojava tu fişaran neke daku ziyanê negihîne xwe ji ber ku ev prose destpêkiriye û Yekîtiya Ewropî bi wê yekê tohmetbar kir ku bi ti awayî guh nade berjewendiyên Rûsyayê.
Wezîrê karên derve yê Belarûsê di hevdîtina digel Sergey Lavrov hevtayê xwe yê Rûsî de jî got: Welatên rojavayî dev ji hewlên xwe yên ji bo rawestandina endamtiya welatên me di rêxistinên curbicur ên navneteweyî bernadin.
Lavrov spasiya welatê xwe ji hevalbenda Belarusî kir ji bo têgihiştina wê ya tam ji armanc û mebestên operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê, ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di dawiya lûtkeya 5 salî ya Deryaya Qezwîn li Aşgabatê behsa wê yekê kir,kiriye.
Lavrov her wiha got, Federasyona Rûsya û Belarûs li ser operasyona leşkerî ya taybet a Rûsyayê ya li Ukraynayê gotûbêjên berdewam dikin.
Lavrov behsa sizeyên rojavayî yên li ser Rûsyayê kir, ku encamên wan ji Amerîka zêdetir li Ewropayê xuya dike.
Lavrov diyar kir ku di dema sepandina sizayan de aliyê Amerîkayê ji xwe "direvin" û da zanîn ku bi temamî dibe ku Amerîka dixwaze Yekîtiya Ewropayê weke hevrikekî lawaz bike.
Lavrov her wiha da zanîn ku Rojava hewl dide dîktatoriya xwe li ser her kesî ferz bike û wiha got: "Hilbijartina me diyar e, em bi rêzgirtina bê şert û merc ji hiqûqa navneteweyî re ne."
Lavrov li gel Serokê Belarûs Aleksander Lukaşenko hevdîtinek pêk anîbû û bi wî re li ser mijarên ewlekariya cîhanî gotûbêj kiribûn.Wezîrê Derve yê Rûsyayê got ku Moskow xwe ji diyalogê bi Rojava re naparêze, lê sînorên pabendbûna xwe dizane, li ser bingeha ezmûnên bi salan ên xemgîn û xapandina teqez li ser beşek ji van welatan.
Lavrov her wiha got, "Niha hin welat dest bi fêmkirina wê yekê dikin ku bêyî Rûsya û Belarûsyê avakirina ewlehiyê li Ewropayê ne mimkûn e."

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket