Serok Bafil yekbûna pêşmerge bi hevpeymana navnetewî re gotûbêj dike

Kurdistan 05:12 PM - 2022-06-28

 Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  serok Bafil Celal Talebanî yekbûna rêzên hêzên pêşmergê Kurdistanê bi hevpeymana navnetewî re gotûbêj dike.
Îro roja sêşemê 28-6-2022`an serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi serokatiya hevpeymana navnetewî li Êraq û Sûriyê re civiya.

Di wê civînê de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî spasiya xwe ji bo hêzên Amerîkayê û hêzên hevpeymana Navnetewî anî ser ziman ku piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin bi taybet di şerê li hemberî terorîstên DAIŞê û piştîvaniya hêzên pêşmergê Kurdistanê jî dikin, her wehaji aliyê meşiq û perwerdeyê ve ku ew piştgirî cihê rêz û pêzanînê ye.

Di wê civînê de, serok Bafil aşkire kir ku ew wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  pêşwazî li yekbûna rêzên YNKê dikin, lê pêwîste rastiyên ku îro hene , li ber çavan re bê derbas kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket