Belavokek derbarê êrişa li ser kêlgeha Gazê ya Kormorê

Kurdistan 03:53 PM - 2022-06-23

Dana Gaz belavokek derbarê êrişa li ser Kormor derxist.
Kompaniya Dana Gaz îro roja pêncşemê 23-6-2022`an derbarê ew êrişa ku li ser kêlgeha Kormor li nêzîkî Çemçemalê pêkhatiye, belavokek weşand.

Kompanya Dana Gazê ku serpereştiya derxiostina berhemên gazê ya li kêlgeha Kormorê ya li Çemçemalê dike, di belavoka xwe de ragihand ku di encama wê êrişa duhî de, ti ziyanên li ser berheman çî nebûn.
Her weha di dirêjahiya Belavoka Kompaniya Dana Gazê de, aşkire kir ku ew êriş bû sedema birîndarbûna 2 karmendên wê kêlgehê û niha jî tên derman kirin.

Jêdereke ewlehiya Kerkûkê aşkire kir ku çendîn moşekên katyoşeyê li ber kompaniya Dana Gazê ketine. Di belavokeke xwe de, Dije terorê ragiahnd: Wê demeke nêzîk rastiya êrişa li ser kêlgeha Kormorê zelal bike.
Roja çarşemê demjimêr 4:45 xwelekan, moşekeke katyoşe ji ciheke nediyar ve ber bi kêlgeha Kormorê ve hate avêtin, lê xweşbextî ku ti ziyanên canî nebû.
Her weha dije terorê di belavoka xwe de amaje bi wê yekê kir ku hêzên wan ji niha ve ketine ger û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine û wê di dema pêş me de, rastiya wê buyerê bê zelal kirin û were weaşndin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket